Waveform view
mush_200214| Recording date | 2000 |
|---|
| Speaker age | 50 |
|---|
| Speaker sex | m |
|---|
| Text genre | traditional narrative |
|---|
| Extended corpus | no |
|---|
Loading wave form: 0%
|
Speed: ⊖ 100% ⊕
|
|
fast_rewind
play_arrow
fast_forward
|
Zoom: ⊖ 200 pps ⊕
|
Belê
ezê
niha
ji
we
ra
çîrokekî
dinê
min
bizikirînim
Qisûra
mi
bibaxşînin.
Kêmasîyê
me
hebin
jî
me
bibaxşînin.
Dibê
carekî
merivekî
hebû,
pir
feqîr
bû.
Bê
îdare
bû.
Jina
wî
rokî
go:
``Mêrik
ne
keda
te
ye,
ne
qezenca
Boşûbetal
digerî.
Em
jî
bê
îdare
bûne.
Êdî
nan
di
mala
me
da
nema.
Yek
zêrekî
min
heye.
Were
ez
vê
zêrê
jî
bidim
te.
Tu
jî
fena
xelkê
here
têkeve
meydana
mal
alişveriş
bike
Bi
êvar
ra
qe
ne
hema
tu
perê
(unclear)
ji
me
ra
qezenc
Ê
go
``Baş
e
Mêrik
zêra
xwe
girt,
çû.
Takî
avêtîye
qulpa
zêrê.
Alûvêr,
alûvêr,
alûvêr,
ez
alûvêrê
dikim.
Yekî
jî
bi
serê
mehîna
xwe
girtîye,
de
mal
meydan
e
Her
kes
malê
xwe
tîne
difroşe
Bi
serê
mehînekî
pîrê
girtîye.
Dibê:
``Xortê
baş
tu
çer
dikî?''
Dibê:
``Welle
ez
alûvêr
dikim.''
Ê
dibê:
``Tu
wî
zêra
xwe
nadî
mi
ez
mehîna
xwe
bidim
te.''
``Hay,
hay'',
dibê
``ser
çava.''
Alûvêr
nîne.
Kerem
ke.
Zêrê
dide
mêrik,
mehînê
ji
mêrik
distîne.
Îjar
digre
bi
hevsarê
mehînê
nava
bazarê
da,
``Alûvêr,
alûvêr
alûvêr!''
Nava
bazarê
da
digere.
Bala
xwe
didê
merivekî
m
bi
mûyê
binê
çena
bizinekî
girtîye
Ewî
jî
bizina
xwe
anîye
hatîye
difroşe.
Dibê:
``Qurban
tu
mehîna
xwe
difroşî?''
Dibê:
``belê.''
Ê
Dibê:
``Ez
vê
bizinê
bidim
te,
tu
jî
mehînê
bide
min.''
``Hay,
hay
brayê
delal,
ser
çavê
min,
kerem
ke.''
Di
wê
arê
da
bazirganbaşîkî
jî,
nanê
wan
xilas
bûye,
karwan
Hatîye
nava
şehir
ji
xwe
ra
digere.
Ewê
nan
bistîne,
zexîra
xwe
bistîne,
bide
rê
here
bigîje
karwanê
xwe.
Ê
wexta
tê
malmeydanê
lê
mêze
dike,
dîqeta
wî
dikşe
ser
wî
xortî.
Mêze
dike
ew
xorta
zêra
xwe
da
mehînê,
mehîna
xwe
jî
da
bizinê.
Êdî
terka
wî
nake,
dide
du
Îja
digire
binê
çena
bizinê
nava
meydanê
da
digere,
``alûvêr,
alûvêr,
alûver!''
Bala
xwe
didê
merivekî
kumekî
tiftik
li
ser
desta
Dibê
Bavo
tu
alûvêr
dikî
dibê
belê
Dibê:
``Were,
em
trampekî
çêkin.''
``Hay
hay
ser
çava''
``Ez
vî
kumî
didim
te,
tu
bizinê
bide
mi.''
ê
di
bê
Baş
e
dibê
ma
alûvêr
nine.
Radibe
bizinê
dide
bi
kûm.
Îja
kûm
dide
ser
destê
xwe.
Alûvêr
Alûvêr,
alûvêr.
Bala
xwe
didê
tiştekî
nema.
Îdî
êvar
e,
millet
gi
çû,
kes
Xortekî
rast
tê.
Li
cêva
xwe
mêzedike.
Dilê
wî
dikeve
kum.
Dibê:
``Kumê
xwe
difroşî?''
Dibê:
``E''.
Wexta
li
cêva
xwe
mêzedike
pere
di
cêvê
da
tune.
Bala
xwe
didê
eynikekî
di
cêvê
da
Ê
divê:
``Tu
kûm
nadî
min,
ez
vê
eynikê
bidim
te.''
Ê
dibê:
``Tişt
nabe,
bavê
min,
alûvêr
e,
ezê
wî
jî
bidim
te.''
Radibe
kûm
dide
lawik,
eynikê
ji
lawik
distîne.
Ew
bazirganbaşî
li
du
ye,
terkê
nake.
Dibê
hela
dawîya
vîya
çer
dibe.
Kûmê
xwe
da
bi
eynikî,
eynika
xwe
dixe
cêva
xwe.
Berê
xwe
dide
malê
Bazirganbaşî
gazî
dikê.
Dibê:
``Xort
ê
Dibê
``Ha?''
Dibê:
``Çer
kir
te
îro?''
Dibê:
``Welleh
mi
alûvêr
kir.''
Dibê:
``Kara
te,
qezenca
te?''
Dibê:
``Mi
heyran
welleh
zêrekî
mi
hebû.
Min
da
bi
mehînekî.
Min
mehîna
xwe
jî
da
bi
bizinekî.
Min
bizina
xwe
da
bi
kûmekî.
Kumê
xwe
jî
min
da
bi
eynikekî.
Ê
dibê:
``Jina
te
heye?''
Dibê:
``Belê
heye.''
Dibê:
``Niha
tu
here
malê
jina
te
li
te
naxîne?''
Dibê
``Na.''
``Çawa
na?''
Dibê:
``Welle
li
mi
naxe.''
Dibê
ê
``Bi
sozê
Xwedê
xortê
delal
eger
jina
te
li
te
nexist,
ji
te
ra
dengê
xwe
nekir,
ezê
çil
kîse
zêr
bidim
te.''
Ê
dibê:
``Axayê
mi
kerem
ke.''
Bi
hevra
terin,
dikevin
serê
mahalê.
m
Bala
xwe
didê
jina
dor
li
bîra
avê
girtîye.
Gazî
dikinê
dibêje
``Cînar
hela
were.
Zembîla
me
qetîya,
satila
me
ketîye
bîrê.
Em
çawa
ji
bîrê
derînin.''
Ava
wexta
tere
ser
bîrê,
bi
ser
bîrê
da
xwar
dibe,
eynik
ji
cêvê
da
dişiqite,
dikeve
bîrê.
Ew
jî
tere.
Evana
didin
du
hevdû
tên,
têne
malê.
Êvarê
tênê
malê.
Jinik
bi
eşqekî
mezin
hicûmî
pêşîya
mêrik
dike.
Wey
mêrik
tu
bi
xêrûxweşî
hatî
hela
were
runê
te
îro
çer
kir
Rûdinên,
li
hev
dipirsin.
Dibê:
``Jinik
welle
(min)
îro
alûvêr
``Ka
te
qe
çi
alûvêr
kir?''
Dibê:
``Mi
zêra
xwe
da
bi
mehînekî.''
``Wey''
dibê,
``Xwedê
bi
xêrûbimbarek
bike,
pîroz
be.
Erdê
me
dûr
bû.
Tu
peyatî
sibê
radibû.
Heta
ro
dihat
taştiya
te
ancax
digîhîşt
nava
erd.
Êvarê
jî
hê
asir
bû
birê
diket,
bi
mexrebê
ra
ancax
tu
digîhîşt
malê.
Êdî
ji
vir
aha
da
tu
ji
xwe
ra
sarî
mehîna
xwe
dibî,
terî
berserê
erazîyê
xwe,
tê.
Ji
wî
çêtir
qe
tiştekî
tune.
Ê
dibê:
``Jinik
mi
mehîn
jî
da
bi
bizinekî.''
Wey
dibê
mêrik
Xwedê
teala
diha
bi
xêr
bike
Ew
diha
rind
Zarokê
me
tî
û
birçî
bûn
Sipidayî
di
nava
me
da
tûnebû.
Em
bizina
xwe
didoşin,
dikin
qatix,
dikin
rûn,
dikin
dew.
Zarokên
me
ji
xwe
ra
dixwin,
pê
îdare
dikin.
Ji
wî
çêtir
rihma
Xwedê
Ê
dibê:
``Jinik
min
bizina
xwe
jî
da
bi
kûmekî.''
``Wey''
dibê,
``mêrik
tew
diha
bi
xêrûbimbarek
be.
Serê
te
bawî
bû,
zivistanê
te
bê
kûm
îdare
nedikir.
Tu
digerî
kûm
bi
destê
te
nediket.
Êdî
kûmê
te
heye
tu
ji
serma
zivistanê
minet
nakî.
Tu
ji
nexweşîya
zivistanê
filitî.''
Dibê:
``Jinik
mi
kûm
jî
da
bî
eynikekî.''
``Wey
mêrik
ava
diha
bi
xêr
bû,
diha
rind.
Çimkî
eynik
suneta
pêxember
Meriv
ku
da
tere
aha
dertîne
be
pê
li
mêze
dike
suneta
pêxgamberê
ew
diha
xêrekî
pir
mezine
Dibê:
``Welle
ez
hatim
serê
mehelê.
Şirîta
satilê
qetîyabû,
ketibû
bîrê.
Jina
gazî
mi
kir.
Ez
jî
çûm
ser
bîrê
da
xar
bûm
eynik
şiqitî
ji
cêwa
mi
da
ket
binê
bîrê
çû
``Wey
merîk''
dibê,
``ew
diha
bixêr
e.
Xwedê
teala
ew
jî
kir
qeza
û
belayê
te
û
mala
te
Bira
qeza
û
belayê
tê,
li
serê
mal
be,
ne
le
serê
can
be.
Tu
silamet
ji
mi
ra
hatî
malê
bes
Ez
malê
dunyayê
çer
dikim?''
Mêrîkê
bazirganbaşî
ji
xwe
ra
awha
lê
mêze
dike,
şaş
dimîne.
Jinikê
dengê
xwe
nekir
jê
ra.
Jinik
tere
malê.
Nan
ka
Xwedê
çi
qedandîye
ewê
bide
mêvanê
xwe
Jinik
tere
alîyê
malê.
Xwedîyê
malê
dibêje:
``Bazirganbaşî
ka,
dibê,
de
îja
heqê
mi
bide
mi.
Te
gotibû
ku
tu
û
jinik
li
hevdû
nexin,
ezê
çil
kîse
zêr
bidim
te.''
Bazirganbaşî
dest
davêje
cêva
xwe.
``Belê''
dibê,
``Qurban,
soz
sozê
mêra
ye.
Ji
devê
mêra
Yek,
didu,
sisê,
deh
çil.
Çil
kîsê
zêr
dide
vî
merivî.
Jinik
ji
wan
ra
çay-may
tîne
tê.
Tê
odê.
Mêrik
jê
ra
dibêje
``Jinik''.
Dibê
``ha?''.
Dibê:
``Pêşa
xwe
veke,
pêşimala
xwe
bigre''.
Wa
pêşimala
xwe
vedike.
Dibê
yek,
didu,
sisê,
deh,
Çil
kîsê
zêr
davê
pêşa
jinikê,
dibê:
``Qezenca
mina
îro
ev
Ê
jinik
çav
dide
zêra.
Êdî
mêrik
bi
şev
û
bi
ro
pişt
ke
bide
ser
serê
xwe
bigerîne
dilê
wî
rihet
nabe
walle
Bazirganbaşî
radibe.
Dibê
bazirganê
bê
xwedî
çû.
Ez
rabim,
hem
zêr
çû,
hem
bazirgan
çû.
Radibe
xatirê
xwe
dixwaze,
berê
xwe
didê,
karwanê
xwe
tere.
Tere
karwan
dibê
heyran
îro
min
hal
û
meselekî
waha.
Îja
mana
vîya
çîye
Dêmega
dibê
jin
û
mer
wexta
aqubeta
wan
hebin
e
qiweta
îtîfaqa
jin
û
mêrê
yek
be
Xwedê
wan
birçî
jî
nahêle
Ji
bona
vîya
gereka
merivê
evlî
eva
şîreta
min
li
ser
temamê
mêr
û
jinê
evli
bin
tucar
di
mala
xwe
da
şer
nekin.
Bira
zarê
we
jî
çav
nedin
we,
ne
elimin
Bi
malê
xwe
ra
gêçim
bikin.
Çimkî
ew
îttîfaq
û
aqubeta
nava
mêr
û
jinê
dibe
temel
ji
boy
zarê
wan.
Ji
bo
dawîya
wan,
însanê
li
du
wan
tên,
ji
wan
ra
dibe
zemîn,
dibe
temelekî
Bê
şer,
bê
tirad.
Bi
aqubet
ji
xwe
ra
li
ser
rûdinin,
heyata
xwe
dewam
dikin.
ê
belê
eva
çîroka
me
jî
li
wê
dêra
xelas
bû,
dîsa
em
Çîroka
me
çû
li
dîhara,
rehme
li
dêûbavê
hazir
û
gûdara,
xêncî
e'za
û
muxtara.
Text view • Interlinear Glossed Text • Utterance view • Help
|