Text view

mush_200214

Recording date2000
Speaker age50
Speaker sexm
Text genretraditional narrative
Extended corpusno


Javascript seems to be turned off, or there was a communication error. Turn on Javascript for more display options.


Belê ezê niha ji we ra çîrokekî dinê min bizikirînim Qisûra mi bibaxşînin. Kêmasîyê me hebin me bibaxşînin. Dibê carekî merivekî hebû, pir feqîr . îdare . Jina rokî go: ``Mêrik ne keda te ye, ne qezenca Boşûbetal digerî. Em îdare bûne. Êdî nan di mala me da nema. Yek zêrekî min heye. Were ez zêrê bidim te. Tu fena xelkê here têkeve meydana mal alişveriş bike Bi êvar ra qe ne hema tu perê (unclear) ji me ra qezenc Ê go ``Baş e Mêrik zêra xwe girt, çû. Takî avêtîye qulpa zêrê. Alûvêr, alûvêr, alûvêr, ez alûvêrê dikim. Yekî bi serê mehîna xwe girtîye, de mal meydan e Her kes malê xwe tîne difroşe Bi serê mehînekî pîrê girtîye. Dibê: ``Xortê baş tu çer dikî?'' Dibê: ``Welle ez alûvêr dikim.'' Ê dibê: ``Tu zêra xwe nadî mi ez mehîna xwe bidim te.'' ``Hay, hay'', dibê ``ser çava.'' Alûvêr nîne. Kerem ke. Zêrê dide mêrik, mehînê ji mêrik distîne. Îjar digre bi hevsarê mehînê nava bazarê da, ``Alûvêr, alûvêr alûvêr!'' Nava bazarê da digere. Bala xwe didê merivekî m bi mûyê binê çena bizinekî girtîye Ewî bizina xwe anîye hatîye difroşe. Dibê: ``Qurban tu mehîna xwe difroşî?'' Dibê: ``belê.'' Ê Dibê: ``Ez bizinê bidim te, tu mehînê bide min.'' ``Hay, hay brayê delal, ser çavê min, kerem ke.'' Di arê da bazirganbaşîkî , nanê wan xilas bûye, karwan Hatîye nava şehir ji xwe ra digere. Ewê nan bistîne, zexîra xwe bistîne, bide here bigîje karwanê xwe. Ê wexta malmeydanê mêze dike, dîqeta dikşe ser xortî. Mêze dike ew xorta zêra xwe da mehînê, mehîna xwe da bizinê. Êdî terka nake, dide du Îja digire binê çena bizinê nava meydanê da digere, ``alûvêr, alûvêr, alûver!'' Bala xwe didê merivekî kumekî tiftik li ser desta Dibê Bavo tu alûvêr dikî dibê belê Dibê: ``Were, em trampekî çêkin.'' ``Hay hay ser çava'' ``Ez kumî didim te, tu bizinê bide mi.'' ê di Baş e dibê ma alûvêr nine. Radibe bizinê dide bi kûm. Îja kûm dide ser destê xwe. Alûvêr Alûvêr, alûvêr. Bala xwe didê tiştekî nema. Îdî êvar e, millet gi çû, kes Xortekî rast . Li cêva xwe mêzedike. Dilê dikeve kum. Dibê: ``Kumê xwe difroşî?'' Dibê: ``E''. Wexta li cêva xwe mêzedike pere di cêvê da tune. Bala xwe didê eynikekî di cêvê da Ê divê: ``Tu kûm nadî min, ez eynikê bidim te.'' Ê dibê: ``Tişt nabe, bavê min, alûvêr e, ezê bidim te.'' Radibe kûm dide lawik, eynikê ji lawik distîne. Ew bazirganbaşî li du ye, terkê nake. Dibê hela dawîya vîya çer dibe. Kûmê xwe da bi eynikî, eynika xwe dixe cêva xwe. Berê xwe dide malê Bazirganbaşî gazî dikê. Dibê: ``Xort ê Dibê ``Ha?'' Dibê: ``Çer kir te îro?'' Dibê: ``Welleh mi alûvêr kir.'' Dibê: ``Kara te, qezenca te?'' Dibê: ``Mi heyran welleh zêrekî mi hebû. Min da bi mehînekî. Min mehîna xwe da bi bizinekî. Min bizina xwe da bi kûmekî. Kumê xwe min da bi eynikekî. Ê dibê: ``Jina te heye?'' Dibê: ``Belê heye.'' Dibê: ``Niha tu here malê jina te li te naxîne?'' Dibê ``Na.'' ``Çawa na?'' Dibê: ``Welle li mi naxe.'' Dibê ê ``Bi sozê Xwedê xortê delal eger jina te li te nexist, ji te ra dengê xwe nekir, ezê çil kîse zêr bidim te.'' Ê dibê: ``Axayê mi kerem ke.'' Bi hevra terin, dikevin serê mahalê. m Bala xwe didê jina dor li bîra avê girtîye. Gazî dikinê dibêje ``Cînar hela were. Zembîla me qetîya, satila me ketîye bîrê. Em çawa ji bîrê derînin.'' Ava wexta tere ser bîrê, bi ser bîrê da xwar dibe, eynik ji cêvê da dişiqite, dikeve bîrê. Ew tere. Evana didin du hevdû tên, têne malê. Êvarê tênê malê. Jinik bi eşqekî mezin hicûmî pêşîya mêrik dike. Wey mêrik tu bi xêrûxweşî hatî hela were runê te îro çer kir Rûdinên, li hev dipirsin. Dibê: ``Jinik welle (min) îro alûvêr ``Ka te qe çi alûvêr kir?'' Dibê: ``Mi zêra xwe da bi mehînekî.'' ``Wey'' dibê, ``Xwedê bi xêrûbimbarek bike, pîroz be. Erdê me dûr . Tu peyatî sibê radibû. Heta ro dihat taştiya te ancax digîhîşt nava erd. Êvarê asir birê diket, bi mexrebê ra ancax tu digîhîşt malê. Êdî ji vir aha da tu ji xwe ra sarî mehîna xwe dibî, terî berserê erazîyê xwe, . Ji çêtir qe tiştekî tune. Ê dibê: ``Jinik mi mehîn da bi bizinekî.'' Wey dibê mêrik Xwedê teala diha bi xêr bike Ew diha rind Zarokê me û birçî bûn Sipidayî di nava me da tûnebû. Em bizina xwe didoşin, dikin qatix, dikin rûn, dikin dew. Zarokên me ji xwe ra dixwin, îdare dikin. Ji çêtir rihma Xwedê Ê dibê: ``Jinik min bizina xwe da bi kûmekî.'' ``Wey'' dibê, ``mêrik tew diha bi xêrûbimbarek be. Serê te bawî , zivistanê te kûm îdare nedikir. Tu digerî kûm bi destê te nediket. Êdî kûmê te heye tu ji serma zivistanê minet nakî. Tu ji nexweşîya zivistanê filitî.'' Dibê: ``Jinik mi kûm da eynikekî.'' ``Wey mêrik ava diha bi xêr , diha rind. Çimkî eynik suneta pêxember Meriv ku da tere aha dertîne be li mêze dike suneta pêxgamberê ew diha xêrekî pir mezine Dibê: ``Welle ez hatim serê mehelê. Şirîta satilê qetîyabû, ketibû bîrê. Jina gazî mi kir. Ez çûm ser bîrê da xar bûm eynik şiqitî ji cêwa mi da ket binê bîrê çû ``Wey merîk'' dibê, ``ew diha bixêr e. Xwedê teala ew kir qeza û belayê te û mala te Bira qeza û belayê , li serê mal be, ne le serê can be. Tu silamet ji mi ra hatî malê bes Ez malê dunyayê çer dikim?'' Mêrîkê bazirganbaşî ji xwe ra awha mêze dike, şaş dimîne. Jinikê dengê xwe nekir ra. Jinik tere malê. Nan ka Xwedê çi qedandîye ewê bide mêvanê xwe Jinik tere alîyê malê. Xwedîyê malê dibêje: ``Bazirganbaşî ka, dibê, de îja heqê mi bide mi. Te gotibû ku tu û jinik li hevdû nexin, ezê çil kîse zêr bidim te.'' Bazirganbaşî dest davêje cêva xwe. ``Belê'' dibê, ``Qurban, soz sozê mêra ye. Ji devê mêra Yek, didu, sisê, deh çil. Çil kîsê zêr dide merivî. Jinik ji wan ra çay-may tîne . odê. Mêrik ra dibêje ``Jinik''. Dibê ``ha?''. Dibê: ``Pêşa xwe veke, pêşimala xwe bigre''. Wa pêşimala xwe vedike. Dibê yek, didu, sisê, deh, Çil kîsê zêr davê pêşa jinikê, dibê: ``Qezenca mina îro ev Ê jinik çav dide zêra. Êdî mêrik bi şev û bi ro pişt ke bide ser serê xwe bigerîne dilê rihet nabe walle Bazirganbaşî radibe. Dibê bazirganê xwedî çû. Ez rabim, hem zêr çû, hem bazirgan çû. Radibe xatirê xwe dixwaze, berê xwe didê, karwanê xwe tere. Tere karwan dibê heyran îro min hal û meselekî waha. Îja mana vîya çîye Dêmega dibê jin û mer wexta aqubeta wan hebin e qiweta îtîfaqa jin û mêrê yek be Xwedê wan birçî nahêle Ji bona vîya gereka merivê evlî eva şîreta min li ser temamê mêr û jinê evli bin tucar di mala xwe da şer nekin. Bira zarê we çav nedin we, ne elimin Bi malê xwe ra gêçim bikin. Çimkî ew îttîfaq û aqubeta nava mêr û jinê dibe temel ji boy zarê wan. Ji bo dawîya wan, însanê li du wan tên, ji wan ra dibe zemîn, dibe temelekî şer, tirad. Bi aqubet ji xwe ra li ser rûdinin, heyata xwe dewam dikin. ê belê eva çîroka me li dêra xelas , dîsa em Çîroka me çû li dîhara, rehme li dêûbavê hazir û gûdara, xêncî e'za û muxtara.
Waveform viewInterlinear Glossed TextUtterance view