Waveform view
mc_nkurd_muserz01| Recording date | 2000 |
|---|
| Speaker age | 50 |
|---|
| Speaker sex | m |
|---|
| Text genre | traditional narrative |
|---|
| Extended corpus | no |
|---|
Loading wave form: 0%
|
Speed: ⊖ 100% ⊕
|
|
fast_rewind
play_arrow
fast_forward
|
Zoom: ⊖ 200 pps ⊕
|
Harûnê
Rešît
pašayê
Ereba
Merifekî
di
dinyayê
da
pir
zengîn
bûye.
Kurekî
wî
hebûye,
navê
kurê
wî
Mihemed
bûye.
Mihemed
i
emrê
wî
tê
pencî
salî
Qedera
vî
venebûye,
ne
zewicîye.
Êdî
çaresîz
dimîne.
e
Radibe
tere
cem
ewê
ku
ilmê
minecîmî
dixwînin
ji
wê
ji
wan
ra
dibe
minecîm
Ewana
fal
davêjin
remil
e
davêjin
fala
vedikin
ji
qedera
însana,
ji
rizqê
însana
dikarin
xeber
bidin.
Dibê
Ezê
herim
cem
wan
e
remildaran
cem
wan
sihîrçîyan
bira
ji
min
ra
mêze
bikin,
ka
çima
qedera
min
venabe,
ez
çima
nazewicim,
sebebê
wî
Tere
ji
wan
ra
dibê.
Ewana
dibên
em
e
falan
bi
stêrka
vedikin
bira
bibe
êvar
stêrk
jî
derkevin
em
li
stêrka
mêze
bikin
emê
ji
te
ra
falekî
vekin
ji
te
ra
bêjin
Dibe
êvar,
eva
stêrk
derdikevin,
ewana
li
stêrka
mêze
dikin,
fala
xwe
datînin
dibên
Mihemed
di
nava
vî
heftayê
em
têda
di
nava
vî
heft
heft
rojê
han
da
di
malê
cînarê
te
da
ewê
jinekî
biwelîde
dergûšekî
qîzin
jê
ra
bibe,
ew
dergûša
qîzin
ê
mezin
Bibe
e
çaxê
wê
yê
e
zewacê
were
Ewê
bi
nod
û
neh
heba
ra
e
serê
xwe
dayne
e
Iliškî
e
bike
bi
nod
û
neh
heba
ra
ê
sedî
jî
tu
bî
Teze
tu
yê
bi
helalî
ya
xwedê
ewê
mar
Mihemed
ji
xwe
ra
disekine,
ê
dibê:
"Ew
qiza
kû
teze
were
dinyayê,
emrê
min
pencî
sal
e,
ez
wê
çaxê
dibim
heftê
îcar
bi
sed
merifê
ra
razê
e
bi
nod
û
neha
ra
razê
ê
sedî
jî
ez
bim
Heyran
min
ne
lazim
e
vî
qederê
Ê
de
lawê
Harunê
Rešît
e,
zêrê
wî
Çend
merifa
digre
her
malekî
dûra
e
xanîye
xwe
malê
li
dora
wî
her
malekî
pêyakî
dide
berê
dibê:
"Di
nava
wê
heft
rojê
han
da,
jina
kî
welidî,
dergûša
qîzin
anî
hat,
hûn
malûmatê
bidin
min."
"Baš
e."
Du,
sê
roj
dikeve
arê,
yekê
wî
tê
dibêje:
"Mihemed,
welle,
jina
filan
cinarê
me
welêdîye,
dergûšekî
qîzin
jê
ra
Mihemed
wê
çaxê
înan
kirîye
kû
ewan
falçîyana,
falê
wan
rastin.
Direve
tere
wê
derê,
ji
dê
û
bavê
wê
ra
dibê:
"ewê
dergûša
xwe
hûn
nadin
min?"
"Heyran!",
dibê,
"teze
hatiye
dinê,
hîna
me
gocî
nekiriye,
tu
çer
dikî
wê
dergûšê?"
"Yahut",
dibê,
"ez
li
ber
wê
zêr
dikišînim
didim
we,
ewê
dergûšê
bidin
min.
Ez
kurê
Harunê
Rešît
im,
xatirê
min
qasê
Li
ber
wê
zêr
dikišînim,
didim
we,
ewê
dergûšê
teslîmê
min
bikin."
Xatirê
wî
naškînin,
eger
ji
zorê
be,
ji
xatir
be,
tesîra
wî
zêde
bûye,
digire
s
li
ber
wê
dergûšê
zêr
dikšîne
dide
wan,
dergûšê
tîne
tê.
Tîne
tê,
sandiqekî
ji
hesin
dide
girêdanê.
Kêra
xwe
digre
dide
wêdera
qirika
kecikê,
diqelêše
tîne
hetanê
vira.
Carekî
ewha
davêjê,
rep
carekî
ewha
davêjê,
movêkî
ziravîya
pišta
keçikê
bi
hevra
Wer
dike
perçe-perçe
dike
bi
kêrê,
digre
dike
hundurê
sandiqê.
Dibe
tere
cîkî
dûr,
ewê
sandiqê
jî
digre
davêje
behrê
û
vedigere
tê.
Dibe
sibê,
merifekî
jî
heye,
ewledê
wî
tunenin,
karê
wî
ew
e,
tere
masîyan
ji
denizê
digire
tîne,
difroše,
îdara
xwe
bi
wî
dike.
Ew
ro
sibê
zu
radibe
dibê
Jinik
dibê
welle
ezê
herim
fêlan
derê
zûda
torçî
neçûne
wê
derê,
kesî
masî
li
wir
negirtine,
masîyê
wê
derê
pir
Ezê
herim
wê
derê,
tora
xwe
bavêjim,
masîyan
bigrim."
Radibe,
bi
ševda
hespê
xwe
girê
dide
ereba
xwe
û
berê
xwe
dide
wê
derê.
tere
Tere
wî
cîyê
kû
Mihemedê
Harunê
Rešît
sandûqa
qîzikê
avêtîye
denizê.
Tere
tora
xwe
davêje,
bala
xwe
didê
tor
giran
e,
Hespa
davêje
torê,
kašdike,
dertîne
derva,
bala
xwe
didê
sandiqekî.
Pir
šadibe.
Dibê:
"Eva
gelo
xezîne
ye,
di
vê
sandiqê
da,
defîne
ye,
eva
aîdê
kîjan
pašayê
ye,
ji
kîjan
gemîyê
xwedê
da
min.
Ez
îcar
zengîn
dibim."
Sandiqê
digre
davê
ser
erebê
tora
xwe
lê
e
dipêçe
ji
bo
kû
kes
nebîne
Tîne
tê
derê
malê,
hîna
sibê
zû
Dengê
nigê
hespa,
erebê
ji
ber
derî
tê,
jina
wî
balikçî
direve
derwa.
Ê
dibê:
"Xwedê
te
bikuje,
tu
kura
çû
masîya,
tu
(ji?)
kura
hatî?
Tu
kar
û
îšekî
nakî,
em
tî-birçî
di
mal
de
mane.
Tu
terî
e
ber
derê
avê
tu
Ez
terim
masîya
tu
masîya
nagrî
naynî
Tu
kura
çû,
tu
kura
hat?"
Dibê:
"Hiss !
Jinik
dengê
xwe
neke,
Xwedê
da
me.
Min
sandiqekî
hesin
ji
denizê
deranîye,
hundurê
wî
tijî
zêr
û
xezîne
Têra
me
dike,
em
zengîn
bûn."
"Baš
e",
tînin
tên
hundurê
malê,
ew
û
jina
xwe
bi
dorê
Bi
kakûça
kilît
milîtê
wî
diškenînin,
wexta
vedikin,
bala
xwe
didinê
cênazê
keçikekî
teze.
Nûz
e
nûza
wê
ye.
Qet
qet
kirrî,
ema
ne
Jinik
dibê:
"Oof
mêrik",
dibê,
"Xwêdê
bela
te
bide,
em
li
kû
e ,
ew
derdê
han
li
ku
te
anî
ew
jî
nîšanê
me
da."
e
Merik
dibê:
"Jinik,
min
heyran,
ez
çi
zanim.
Min
ji
denizê
deranîye,
ez
ša
bûm,
min
go
qey
zêr
û
pere
ne,
min
ji
xwe
ra
ji
denizê
deranî,
ez
çi
zanim
kû
dergûš
e,
min
Dibê:
"Jinik
meraqa
meke.
Emê
herin
gazî
hekîma
bikin
bînin
werin.
Tedavîya
vîya
çêbûye
bûye
nebûye
ku
wexta
mirîye
emê
herin
mezalekî
bikolin
b
têkin
mezala
Eger
kî
sax
bûye
jî,
ewled
û
tewledê
me
tu
ne,
emê
ji
xwe
ra
xwedî
kin.
Bila
bibe
ewleda
me,
tu
çima
meraq
"baš
e."
Ewana
terin,
gazî
hekîman
dikin,
tînin
tên
hekîm
radibin
qetê
wî
didin
hevdû,
didirûn
bi
hevdû
ra.
Ew
keçik
namire,
sax
dibe,
sax
dibe.
Êdî
wa
xwedî
dike,
lê
mêze
dike,
fena
ewlada
xwe
pir
ber
ša
dibe ,
keçik
mezin
dibe,
dibe
xort
êdî.
Vir
da,
wê
da,
çavê
xwe
rast-çep
digerîne
li
xorta.
Gundî
fark
dikin
gundi
hayê
gundîyan
e
jê
heye
kû
keçik
rahatsizîya
dike
Rokî
dišînin
dû
bavê
keçikê.
Dibên:
"Heyran,
gundê
me
da
hetanî
niha
huzursizîya
aha
tunebû,
nebûye
icad.
Ew
qîza
te
rahatsizîyê
çêdike,
ewê
gencê
gundê
me
xirab
bielimîne.
Ya
tu
vê
qîza
xwe
ji
gund
derînî,
ya
tu
yê
mala
xwe
barbikî,
ji
gund
Ji
herdû
rêya,
tu
yê
rêkî
qebul
bikî,
em
aha
qebûl
Gencê
gundê
me,
xortê
gundê
me
xirab
dielimin.
Em
gišt
xwedîye
namusê,
çoluk-çocigin,
em
îdare
nakin
nav
van."
Dibe
êvar,
merik
tê
mala
xwe,
ji
jina
xwe
ra
hal
û
mesele
min
gotîye
ev.
(syntax
unclear)
"Tu
dibêji
Ê
jinik
dibê
Ma
t
em
xanîyê
xwe
cî
û
warê
xwe
naterikînin
Qîza
me
jî
nîne,
me
xwedî
kirîye,
mezin
kirîye,
îro
jî
ketîye
rêya
xirab.
Emê
bigrin
ji
mala
xwe
derînin,
kuda
hatîye
--
xwedê
tevayê
îšê
wê
--
bila
Keçikê
digrin,
dibên:
"Qiza
min,
welle
tu,
rêya
te
ne
rêkî
baš
e.
Tu
yê
ji
mala
min
derkevî,
tu
qîza
min
jî
Ama
ji
piçûktî
çer
çûne
ji
denizê
deranîye
anîne
hatine
jê
ra
gotîye
Dibê:
"Tu
yê
mala
min
biterikînî,
tu
ne
qîza
tu
êdî
mezin
bûyî,
tu
dikarî
herî
her
derê.
Êdî
ji
te
ra
oxir
be,
mala
min
biterikîne."
Kecik
tere
a
adekî
biniya
gund
da
ormanekî
heye
xortê
hevalê
wê
pirin
Jê
ra
ê
kû
došekê
dibin
terin,
ê
balîfê
dibin,
ê
lehêfê
dibin,
ê
Gencin,
terin,
didizin
tînin
û
tên,
navê
ormanê
da
çîkî,
holikekî
ji
keçikê
ra
çêdikin ,
yataxekî
datîninê.
Gerçek
bi
kêra
cema
dibe,
heqekî
bol
jî
distîne,
û
li
cem
xwe
jî
e
bendekî
digre
bi
kêra
cema
dibe
girêkekî
li
wê
bendê
dixîne
Rokî
bendê
xwe
dertîne,
dijmêre,
bala
xwe
didê
bi
nod
û
neh
merifa
ra
cema
bûye.
Keçik
wê
çaxê
rûdine,
dišunmiš
dibe
"Heyran",
dibê
ez
zarok
bûme
biçûk
bûme
min
girtine
biçax
kirine
qet
kirine
avêtine
disan
kirine
sanduqa
hesin
avêtine
binê
behrê
Balikçî
min
deranîye,
anîye
hatîye,
ez
mezin
kirim,
xwedî
kirim.
Îro
jî
êdî
wexta
min,
ez
bûme
xort,
ev
rêya
xirab
çîye
min
pê
girtîye?
Welle
ez
tobedar
im,
ezê
wî
išî
biterikînim."
Heval
mevalê
wê
kes
tune
bûye.
Hema
keçik
holika
xwe
diterikîne,
bi
çîyê
da.
Birê
dikeve
berê
xwe
dide
çîyê
tere,
tere
diqelibe
alîyê
wîyalî,
bi
rojan
tere,
tere.
re
Devê
denizê
li
šehrekî
derdikeve,
ewa
dikeve
nava
soqaqekî,
çaršûyê
da
tere.
Rastê
pîrekî
tê,
rep
rastê
pîrekî
tê,
dibê:
"Dayka
pîrê
tu
min
naxî
qîza
xwe,
ez
bibim
qîza
te,
tu
jî
bibî
dîya
ez
bê
kes
im,
bê
xwedî
Dibê:
"Qîza
min,
lawa,
ez
pîr
im,
extîyar
im,
perê
min
tu
ne,
ez
zengîn
Tu
gencî,
mesref
ji
ta
re
lazim
e,
çek
û
rêhal
ê
teze
ji
te
ra
ez
nikarim
te
xwedî
kim."
"Weyê
dayka
pirê",
dibêje,
"perê
min
pir
e.
Ez
te
jî
xwedî
dikim,
xwe
jî
xwedî
dikim.
Tištê
ez
ji
te
di-xwaz-im
sadece
tu
yê
odekî
bidî
Royê
pê
sê
sê
dan
nanê
min
bide
min
ez
ji
xwe
ra
royê
pe
wext
desmêja
xwe
digrim
nimêja
xwe
dikim
gazî
xwedê
dikim
bašqa
tištekî
nakim
êba
Êbadetê
xwe
dikim
"Ê
qîza
min
law,"
dibê,
"wexta
tu
ewledekîya
aha
yî
ser
çavan,
tu
ewleda
min
î,
ez
jî
dîya
Ê
Ê
de
perê
qîzikê
heye.
Qîzikê
gotîye:
"Perê
min
pir
e,
pere
jî
šîrîn
e
Pîrê
perê
Hema
serê
dide
ber
hembêza
xwe
mirç
û
tere
çavê
wê
paçî
dike."
"Way
qîza
min
lawo,
tu
qîza
min
î "
û
hiltîne
dibe
terin
Dibe
terin
malê.
Dikeve
odekî,
derî
bi
ser
xwe
da
digre,
ji
xwe
ra
gazî
xwedê
dike:
"Yarabbî
min
ewqasa
gune
kir,
ewqasa
îš
kir,
tu
min
afû
bikî."
Bila
ew
wê
derê
biskinin.
Mihemedê
kurê
Harûnê
Rešît
edî
yašlî
bûye,
rûyê
wî
spî
bûye,
ruyê
xwe
berdaye
hatîye
wêdere.
Rokî
gazî
çend
hevalê
xwe
dike,
dibêje:
emê
li
ser
denizê
rê
hildin
herin,
em
berê
xwe
bidin
bajarê
Stembolê.
Heta
wê
derê
emê
herin.
hem
ji
xwe
ra
li
dinyê
digerin,
tûr
davêjin,
hem
jî
hela
qet
rastê
qîza
esil
temîzekî,
pašakî,
axakî,
maqûlekî
nayim.
Ez
ji
xwe
ra
bizewîcim,
belkî
qedera
min
jî
vedibe.
Baš
e.
Ew
tevî
seš-heft
hevalên
xwe
radibin,
e
artik
bot
bûye,
gemî
bûye,
qayîk
bûye,
dikevinê.
Li
ser
denizê
tên,
tên
li
wê
šehrê
qîzik
lê,
tên
li
wê
šehrê
"Heyran",
dibêjin,
"ew
çi
qesabakî
xweš
e,
emê
ji
xwe
ra
li
vê
qesabayê
bigerin."
Müzê
wî,
antîqê
wî
ewê
wî
bibînin.
Emê
nanê
nîvro
jî
li
vê
šehrê
han
ê
bixwin,
û
emê
werin
têkevin
qayîka
xwe,
rêya
xwe
devam
bikin.
Terin
digerin
Ha
iml
em
li
vî
çaršîyê
bixwin
ha
em
li
vê
e
loqantê
bixwin
derken
nebe
nesîp
wî
soqaqa
kû
dîya
keçikê
têda
bi
wî
soqaqê
da
dimešin
ewê
dibê
herin
suwar
bin
Rastê
pîrê
tên,
rastê
pîra
dîya
keçikê
tên.
Ew
jî
yanî
girgir
olsin,
dibên:
"Dayka
pîrê
tu
mêvana
xwedî
nakî?"
Pîre
aha
li
wan
mêze
dike,
ser
û
guhê
wan.
De
wê
çaxê
çek
û
rahalê
zengîn
û
feqîra
ji
hewdû
ayrî
bûye,
pîrê
aha
li
wan
mêzedike,
"yahu"
dibê,
"wellehî
hûn
fena
paša
nin,
fena
axa
nin,
zengîn
Ez
pîrekî
feqîr
im,
perê
min
tune,
cîyê
min
qetek
xesîra
min
heye.
Ez
fedîdikim
we
bibim
mala
Ê
te
dît
merifê
berê
eslê
wî
temîz
nefsa
xwe
diškênandin.
Kû
pîrê
dibê:
"Qetekî
xesîra
min
ez
ewqas
feqir
Dibên:
"Em
niha
pišta
xwe
di
pîrê
da
kin,
ji
me
ra
fexir
çêdibe,
kîbîr
çêdibe.
Welle
emê
herin
ser
wî
xesîra
pîrê
rûnin,
bila
dilê
wê
rehet
bibe.
Ji
bo
qelbrihetbûna
pîrê,
emê
herin
ser
xesîra
wê
rûnin."
"Dayka
pîre",
dibêjin,
"Qet
merak
neke,
em
ji
te
ra
nabin
bargiranî."
Dertîne
deh
zêra
davêje
pêša
pîrê,
dibê:
"Here
ji
me
ra,
xwarin,
marinê
bîne,
emê
werin
li
ser
xesîra
te
rûnin,.
tu
ji
me
ra
nan
çêbikî
Emê
nimêja
xwe
ya
nîvro
bikin,
bidin
rê
herin."
Ê
Ê
pîrê
çav
li
zêra
dikeve,
hešt
zêra
davê
bêrîya
xwe,
tere
bi
du
zêra
mesref
dike
tîne
tê,
Xwedê
daye
Pîre
tîne
ji
wan
ra
nan-man
hazir
dike,
wana
jî
radibin
nimêja
xwe
dikin,
ser
û
çavên
xwe
dišon,
pîrê
nan
hazir
kirîye
ji
wan
ra,
türlü
türlü
yemek,
ewan
nanê
xwe
dixwin.
Hevalek
dibê
Dayka
pîrê
dibê
tu
pir
digerî
qet
qîzekî
baš
tune?
Ewa
hevalê
me,
kurê
Harûnê
Rešît
e,
navê
emrê
wî
hatîye
šêšt
salî,
hê
nezewicîye.
Qet
qizekî
were
bi
esil
tune,
em
jê
ra
bixwazin."
Pîre
dibê
Lawo
lawo
tu
dibêjî
digere
ez
ne
ji
wan
pîrame
Ez
qîzê
kesî
jî
nasnakim,
yanliz
qîzekî
min
heye,
ezê
jê
ra
bêjim,
eger
pê
razî
bibe,
ezê
bidimê.
Dibên:
"Dayka
pîrê
qîza
te
li
ku
Dibê:
"Welle,
wayê
li
wê
dêra
di
odekî
da
ye,
ez
royê
sê
danâ
nanê
wê
didimê,
ew
jî
royê
pewext
nimêja
xwe
dike,
gazî
xwedê
dike,
efûya
xwe
ji
xwedê
dixwaze."
Ewana
li
cavên
hewdû
mêzedikin,
"Kuro",
dibê,
"mala
te
ava
be.
Eger
qîzekî
ewha,
teqwa,
baxlî
bi
xwedê
be,
dernekeve
der,
ji
xwe
ra
em
li
tištekî
aha
digerin,
bira
qet
bavê
wê
paša
ne
be,
ez
li
tištekî
ewha
digerim."
Ê
dibe,
"Pîrê
hela
qîza
te
em
bibînin."
Dibê:
"Bisekinin,
ez
musadê
jê
bixwazim."
Tere,
dibê:
"law,
qîza
min,
hal
û
mesela
aha,
tu
dibê
çi?"
Ê
dibê
Dayê
welle
hela
gazî
kê
em
hevdû
bibînin
Eger
em
bi
hevdû
qayil
bibin,
dibe,
çima
nabe.
Kurê
Harunê
Rešît
e
û
di
dinyê
da
naskirîye
û
belî
însanekî
Pîre
wan
tîne,
bi
rûyê
hevdû
dixîne,
bi
hevdû
qayîl
dibin.
Radibin,
bi
dilê
pîrê,
pîrê
razî
dikin.
Zêra
didin
pîrê,
û
keçikê
hiltînin,
bi
xwe
ra
dikin
qayîkê,
vedigerin
šehrê
Basrayê.
Ewana
vedigerin
tên,
šahî
dikeve
nava
Basrayê,
dibên:
"Welle,
Mihemedê
Harûn
ê
Rešît
zewicîye.
Ji
xwe
ra
qedera
wî
vebû.
Teze
vebûye."
Pir
šadibin,
çil
royê
šenlik
çêdikin,
def,
dawet,
her
tišt,
eglenca
xwe
dewam
dikin,
pištî
çil
roya
wexta
wana
terin,
mahra
wan
dibirin.
n
Dibin
terin
oda
xwe
Wexta
keçik
çekê
xwe
dertîne
m
Mihemed
lê
mêze
dike
dewsa
kêra
û
birîna
wa
li
keçikê
Çekê
wê
top
dike,
davê
navê
çava,
dibê:
"Xwedê
bela
te
bide,
axir
ez
ji
te
xilas
nebûm."
Keçik
dibê:
"Min
heyran,
tu
çima
hêrs
dibî
bi
min
ra,
tu
hatî,
te
min
qayîl
bû,
te
min
girtîye,
anî
hatîye,
wexta
tu
bi
min
qayîl
nabî,
min
bigre
çardin
bibe
dayne
dewsa
min,
bide
rê
were,
tu
ji
xwe
ra,
ez
ji
xwe
ra."
Mihemed
düšünmüš
dibê ,
"Hayran,
ewan
mêrikana
fal
danîn,
ji
min
ra
got
qedera
te
ew
e.
Xêr
ji
vîya
qedera
te
tuneye.
Ezê
mecbûr,
histîyê
xwe
xwar
bikim,
bi
wê
qederê
razî
bibim.
Hema
ewan
remildaran
wan
fa
falçîyan
jê
ra
gotibû
Ewê
li
cem
te
bibe
dîya
du
lawan
Ecelê
wê
bi
destê
pirabokê
be,
ewan
pîrabokê
hanê
konik
çêdikin
ya.
Ecelê
wê
yê
bi
destê
pîrabokê
lê
Pîrabokê
lê
bixe,
bikuje.
Ê
Ê
de,
lawê
Harûnê
Rešît
e,
zengîn
e,
bi
qedera
xwe
razî
dibe,
Emir
dide
ser
hostan,
mîmaran,
mihendizan,
dibê:
"Hunê
koškekî
çêbikin.
Zexîra
min,
ava
min
kanîya
min,
her
tištê
min
ê
di
hundur
da
Hûn
ê
pê
derîyan
li
dû
hevdû
lê
xînin
Qulê
kilîtê
li
dîwar
be,
li
wê
derê
ezê
kîlît
ê
lêxim,
li
vira
derî
Bila
qul
dis
di
wî
bînayê
da
tunebin
pîrabok
tê
ra
nekeve
hundur
koškekî
were
dide
çêkirinê.
Derê
wî
temam
otomatîk,
qul
tê
da
tunenin.
Cîkîya
kû
pîrabok
bikaribe
mêšekî
tê
ra
bikeve
hundurê
xanî
tuneye
Her
tišt,
xwarin,
Mihemed
bi
xwe
wexta
derî
derî
vedike.
Pir
dîqatlîce
derî
vedike
erdê
kontrol
dike
dîwaran
ewê
salonê
kontrol
dike
Wî
derîyî
bi
xwe
kîlît
dike,
îcar
derî
dinê
vedike.
Wara
tê
ra
hundur
tê
îhtîyacê
xwe
dibîne
Rojekî
tere
neçîrê
dû
law
jê
çêdibin
Tere
nêçîrê,
jina
wî
jî
radibe,
desmêja
xwe
digre
nimêja
nîvro
bike.
Mihemed
jî
ber
bi
mal
tê.
Wexta
li
ser
nimêjê
dibê:
"Allahû
ekber",
bala
xwe
dide
pîrabok
jorda
xwe
berdide
jêrê
û
tere
jorê.
De
jê
ra
gotîye,
li
ser
nimêjê
di
dilê
xwe
de
dibêje:
"Dêmek
ecelê
min
bi
destê
te
ye,
bise
ez
nimêja
xwe
temem
bikim,
welle
ezê
te
bikujim."
Wexta
ewa
silav
didê,
pîrabok
jorda
xwe
berdide
tê
jêrê.
Nigê
wê
pêxas
e
ya,
nigê
xwe
dide
ser
pîrabokê,
pîrabokê
bipelixîne,
wexta
nigê
xwe
da
ser,
pîrabok
jêlî
li
binê
nigan
Qirîn
jê
tê,
wê
çaxê
Mihemed
jî
derî
vedike,
dikeve,
dibê:
"Çer
bû?"
Dibê:
"Welle
pîrabokê
li
min
xist."
"Wey
la
mala
xwedîyê
te
šewitî,
tu
di
kure
ketî
hundur?
Ne
qul
dibê
di
wî
bînayêda
heye.
Ne
ku
cîyê
tu
tê
ra
were
Dêmega
qedera
ji
cem
xwedê
da
çêbûye,
ew
qedera
cîyê
xwe
dibîne,
rast
e.
Gotina
wan
falçîyan
hatîye
cî.
Mihemedê
kurê
Harunê
Rešît
bi
wî
qederê
razî
dibe,
bi
wê
jinikê
ra
dizewice,
dibe
dîya
du
lawan,
ecelê
wê
bi
destê
Welle,
çîroka
min
çû
dîhara,
em
bi
qeyda
Kurdîstana
berî
bibêjin,
rehmet
lê
dê
û
bavê
hazir
û
Text view • Interlinear Glossed Text • Utterance view • Help
|