Text view

mc_nkurd_muserz01

Recording date2000
Speaker age50
Speaker sexm
Text genretraditional narrative
Extended corpusno


Javascript seems to be turned off, or there was a communication error. Turn on Javascript for more display options.


Harûnê Rešît pašayê Ereba Merifekî di dinyayê da pir zengîn bûye. Kurekî wî hebûye, navê kurê wî Mihemed bûye. Mihemed i emrê wî tê pencî salî Qedera vî venebûye, ne zewicîye. Êdî çaresîz dimîne. e Radibe tere cem ewê ku ilmê minecîmî dixwînin ji wê ji wan ra dibe minecîm Ewana fal davêjin remil e davêjin fala vedikin ji qedera însana, ji rizqê însana dikarin xeber bidin. Dibê Ezê herim cem wan e remildaran cem wan sihîrçîyan bira ji min ra mêze bikin, ka çima qedera min venabe, ez çima nazewicim, sebebê wî Tere ji wan ra dibê. Ewana dibên em e falan bi stêrka vedikin bira bibe êvar stêrk jî derkevin em li stêrka mêze bikin emê ji te ra falekî vekin ji te ra bêjin Dibe êvar, eva stêrk derdikevin, ewana li stêrka mêze dikin, fala xwe datînin dibên Mihemed di nava vî heftayê em têda di nava vî heft heft rojê han da di malê cînarê te da ewê jinekî biwelîde dergûšekî qîzin jê ra bibe, ew dergûša qîzin ê mezin Bibe e çaxê wê yê e zewacê were Ewê bi nod û neh heba ra e serê xwe dayne e Iliškî e bike bi nod û neh heba ra ê sedî jî tu bî Teze tu yê bi helalî ya xwedê ewê mar Mihemed ji xwe ra disekine, ê dibê: "Ew qiza kû teze were dinyayê, emrê min pencî sal e, ez wê çaxê dibim heftê îcar bi sed merifê ra razê e bi nod û neha ra razê ê sedî jî ez bim Heyran min ne lazim e vî qederê Ê de lawê Harunê Rešît e, zêrê wî Çend merifa digre her malekî dûra e xanîye xwe malê li dora wî her malekî pêyakî dide berê dibê: "Di nava wê heft rojê han da, jina kî welidî, dergûša qîzin anî hat, hûn malûmatê bidin min." "Baš e." Du, sê roj dikeve arê, yekê wî tê dibêje: "Mihemed, welle, jina filan cinarê me welêdîye, dergûšekî qîzin jê ra Mihemed wê çaxê înan kirîye kû ewan falçîyana, falê wan rastin. Direve tere wê derê, ji dê û bavê wê ra dibê: "ewê dergûša xwe hûn nadin min?" "Heyran!", dibê, "teze hatiye dinê, hîna me gocî nekiriye, tu çer dikî wê dergûšê?" "Yahut", dibê, "ez li ber wê zêr dikišînim didim we, ewê dergûšê bidin min. Ez kurê Harunê Rešît im, xatirê min qasê Li ber wê zêr dikišînim, didim we, ewê dergûšê teslîmê min bikin." Xatirê wî naškînin, eger ji zorê be, ji xatir be, tesîra wî zêde bûye, digire s li ber wê dergûšê zêr dikšîne dide wan, dergûšê tîne tê. Tîne tê, sandiqekî ji hesin dide girêdanê. Kêra xwe digre dide wêdera qirika kecikê, diqelêše tîne hetanê vira. Carekî ewha davêjê, rep carekî ewha davêjê, movêkî ziravîya pišta keçikê bi hevra Wer dike perçe-perçe dike bi kêrê, digre dike hundurê sandiqê. Dibe tere cîkî dûr, ewê sandiqê jî digre davêje behrê û vedigere tê. Dibe sibê, merifekî jî heye, ewledê wî tunenin, karê wî ew e, tere masîyan ji denizê digire tîne, difroše, îdara xwe bi wî dike. Ew ro sibê zu radibe dibê Jinik dibê welle ezê herim fêlan derê zûda torçî neçûne wê derê, kesî masî li wir negirtine, masîyê wê derê pir Ezê herim wê derê, tora xwe bavêjim, masîyan bigrim." Radibe, bi ševda hespê xwe girê dide ereba xwe û berê xwe dide wê derê. tere Tere wî cîyê kû Mihemedê Harunê Rešît sandûqa qîzikê avêtîye denizê. Tere tora xwe davêje, bala xwe didê tor giran e, Hespa davêje torê, kašdike, dertîne derva, bala xwe didê sandiqekî. Pir šadibe. Dibê: "Eva gelo xezîne ye, di vê sandiqê da, defîne ye, eva aîdê kîjan pašayê ye, ji kîjan gemîyê xwedê da min. Ez îcar zengîn dibim." Sandiqê digre davê ser erebê tora xwe lê e dipêçe ji bo kû kes nebîne Tîne tê derê malê, hîna sibê zû Dengê nigê hespa, erebê ji ber derî tê, jina wî balikçî direve derwa. Ê dibê: "Xwedê te bikuje, tu kura çû masîya, tu (ji?) kura hatî? Tu kar û îšekî nakî, em tî-birçî di mal de mane. Tu terî e ber derê avê tu Ez terim masîya tu masîya nagrî naynî Tu kura çû, tu kura hat?" Dibê: "Hiss! Jinik dengê xwe neke, Xwedê da me. Min sandiqekî hesin ji denizê deranîye, hundurê wî tijî zêr û xezîne Têra me dike, em zengîn bûn." "Baš e", tînin tên hundurê malê, ew û jina xwe bi dorê Bi kakûça kilît milîtê wî diškenînin, wexta vedikin, bala xwe didinê cênazê keçikekî teze. Nûz e nûza wê ye. Qet qet kirrî, ema ne Jinik dibê: "Oof mêrik", dibê, "Xwêdê bela te bide, em li kû e, ew derdê han li ku te anî ew jî nîšanê me da." e Merik dibê: "Jinik, min heyran, ez çi zanim. Min ji denizê deranîye, ez ša bûm, min go qey zêr û pere ne, min ji xwe ra ji denizê deranî, ez çi zanim kû dergûš e, min Dibê: "Jinik meraqa meke. Emê herin gazî hekîma bikin bînin werin. Tedavîya vîya çêbûye bûye nebûye ku wexta mirîye emê herin mezalekî bikolin b têkin mezala Eger kî sax bûye jî, ewled û tewledê me tu ne, emê ji xwe ra xwedî kin. Bila bibe ewleda me, tu çima meraq "baš e." Ewana terin, gazî hekîman dikin, tînin tên hekîm radibin qetê wî didin hevdû, didirûn bi hevdû ra. Ew keçik namire, sax dibe, sax dibe. Êdî wa xwedî dike, lê mêze dike, fena ewlada xwe pir ber ša dibe, keçik mezin dibe, dibe xort êdî. Vir da, wê da, çavê xwe rast-çep digerîne li xorta. Gundî fark dikin gundi hayê gundîyan e jê heye kû keçik rahatsizîya dike Rokî dišînin dû bavê keçikê. Dibên: "Heyran, gundê me da hetanî niha huzursizîya aha tunebû, nebûye icad. Ew qîza te rahatsizîyê çêdike, ewê gencê gundê me xirab bielimîne. Ya tu vê qîza xwe ji gund derînî, ya tu yê mala xwe barbikî, ji gund Ji herdû rêya, tu yê rêkî qebul bikî, em aha qebûl Gencê gundê me, xortê gundê me xirab dielimin. Em gišt xwedîye namusê, çoluk-çocigin, em îdare nakin nav van." Dibe êvar, merik tê mala xwe, ji jina xwe ra hal û mesele min gotîye ev. (syntax unclear) "Tu dibêji Ê jinik dibê Ma t em xanîyê xwe cî û warê xwe naterikînin Qîza me jî nîne, me xwedî kirîye, mezin kirîye, îro jî ketîye rêya xirab. Emê bigrin ji mala xwe derînin, kuda hatîye -- xwedê tevayê îšê wê -- bila Keçikê digrin, dibên: "Qiza min, welle tu, rêya te ne rêkî baš e. Tu yê ji mala min derkevî, tu qîza min jî Ama ji piçûktî çer çûne ji denizê deranîye anîne hatine jê ra gotîye Dibê: "Tu yê mala min biterikînî, tu ne qîza tu êdî mezin bûyî, tu dikarî herî her derê. Êdî ji te ra oxir be, mala min biterikîne." Kecik tere a adekî biniya gund da ormanekî heye xortê hevalê wê pirin Jê ra ê kû došekê dibin terin, ê balîfê dibin, ê lehêfê dibin, ê Gencin, terin, didizin tînin û tên, navê ormanê da çîkî, holikekî ji keçikê ra çêdikin, yataxekî datîninê. Gerçek bi kêra cema dibe, heqekî bol jî distîne, û li cem xwe jî e bendekî digre bi kêra cema dibe girêkekî li wê bendê dixîne Rokî bendê xwe dertîne, dijmêre, bala xwe didê bi nod û neh merifa ra cema bûye. Keçik wê çaxê rûdine, dišunmiš dibe "Heyran", dibê ez zarok bûme biçûk bûme min girtine biçax kirine qet kirine avêtine disan kirine sanduqa hesin avêtine binê behrê Balikçî min deranîye, anîye hatîye, ez mezin kirim, xwedî kirim. Îro jî êdî wexta min, ez bûme xort, ev rêya xirab çîye min pê girtîye? Welle ez tobedar im, ezê wî išî biterikînim." Heval mevalê wê kes tune bûye. Hema keçik holika xwe diterikîne, bi çîyê da. Birê dikeve berê xwe dide çîyê tere, tere diqelibe alîyê wîyalî, bi rojan tere, tere. re Devê denizê li šehrekî derdikeve, ewa dikeve nava soqaqekî, çaršûyê da tere. Rastê pîrekî tê, rep rastê pîrekî tê, dibê: "Dayka pîrê tu min naxî qîza xwe, ez bibim qîza te, tu jî bibî dîya ez bê kes im, bê xwedî Dibê: "Qîza min, lawa, ez pîr im, extîyar im, perê min tu ne, ez zengîn Tu gencî, mesref ji ta re lazim e, çek û rêhal ê teze ji te ra ez nikarim te xwedî kim." "Weyê dayka pirê", dibêje, "perê min pir e. Ez te jî xwedî dikim, xwe jî xwedî dikim. Tištê ez ji te di-xwaz-im sadece tu yê odekî bidî Royê pê sê sê dan nanê min bide min ez ji xwe ra royê pe wext desmêja xwe digrim nimêja xwe dikim gazî xwedê dikim bašqa tištekî nakim êba Êbadetê xwe dikim "Ê qîza min law," dibê, "wexta tu ewledekîya aha yî ser çavan, tu ewleda min î, ez jî dîya Ê Ê de perê qîzikê heye. Qîzikê gotîye: "Perê min pir e, pere jî šîrîn e Pîrê perê Hema serê dide ber hembêza xwe mirç û tere çavê wê paçî dike." "Way qîza min lawo, tu qîza min î" û hiltîne dibe terin Dibe terin malê. Dikeve odekî, derî bi ser xwe da digre, ji xwe ra gazî xwedê dike: "Yarabbî min ewqasa gune kir, ewqasa îš kir, tu min afû bikî." Bila ew wê derê biskinin. Mihemedê kurê Harûnê Rešît edî yašlî bûye, rûyê wî spî bûye, ruyê xwe berdaye hatîye wêdere. Rokî gazî çend hevalê xwe dike, dibêje: emê li ser denizê rê hildin herin, em berê xwe bidin bajarê Stembolê. Heta wê derê emê herin. hem ji xwe ra li dinyê digerin, tûr davêjin, hem jî hela qet rastê qîza esil temîzekî, pašakî, axakî, maqûlekî nayim. Ez ji xwe ra bizewîcim, belkî qedera min jî vedibe. Baš e. Ew tevî seš-heft hevalên xwe radibin, e artik bot bûye, gemî bûye, qayîk bûye, dikevinê. Li ser denizê tên, tên li wê šehrê qîzik lê, tên li wê šehrê "Heyran", dibêjin, "ew çi qesabakî xweš e, emê ji xwe ra li vê qesabayê bigerin." Müzê wî, antîqê wî ewê wî bibînin. Emê nanê nîvro jî li vê šehrê han ê bixwin, û emê werin têkevin qayîka xwe, rêya xwe devam bikin. Terin digerin Ha iml em li vî çaršîyê bixwin ha em li vê e loqantê bixwin derken nebe nesîp wî soqaqa kû dîya keçikê têda bi wî soqaqê da dimešin ewê dibê herin suwar bin Rastê pîrê tên, rastê pîra dîya keçikê tên. Ew jî yanî girgir olsin, dibên: "Dayka pîrê tu mêvana xwedî nakî?" Pîre aha li wan mêze dike, ser û guhê wan. De wê çaxê çek û rahalê zengîn û feqîra ji hewdû ayrî bûye, pîrê aha li wan mêzedike, "yahu" dibê, "wellehî hûn fena paša nin, fena axa nin, zengîn Ez pîrekî feqîr im, perê min tune, cîyê min qetek xesîra min heye. Ez fedîdikim we bibim mala Ê te dît merifê berê eslê wî temîz nefsa xwe diškênandin. Kû pîrê dibê: "Qetekî xesîra min ez ewqas feqir Dibên: "Em niha pišta xwe di pîrê da kin, ji me ra fexir çêdibe, kîbîr çêdibe. Welle emê herin ser wî xesîra pîrê rûnin, bila dilê wê rehet bibe. Ji bo qelbrihetbûna pîrê, emê herin ser xesîra wê rûnin." "Dayka pîre", dibêjin, "Qet merak neke, em ji te ra nabin bargiranî." Dertîne deh zêra davêje pêša pîrê, dibê: "Here ji me ra, xwarin, marinê bîne, emê werin li ser xesîra te rûnin,. tu ji me ra nan çêbikî Emê nimêja xwe ya nîvro bikin, bidin rê herin." Ê Ê pîrê çav li zêra dikeve, hešt zêra davê bêrîya xwe, tere bi du zêra mesref dike tîne tê, Xwedê daye Pîre tîne ji wan ra nan-man hazir dike, wana jî radibin nimêja xwe dikin, ser û çavên xwe dišon, pîrê nan hazir kirîye ji wan ra, türlü türlü yemek, ewan nanê xwe dixwin. Hevalek dibê Dayka pîrê dibê tu pir digerî qet qîzekî baš tune? Ewa hevalê me, kurê Harûnê Rešît e, navê emrê wî hatîye šêšt salî, hê nezewicîye. Qet qizekî were bi esil tune, em jê ra bixwazin." Pîre dibê Lawo lawo tu dibêjî digere ez ne ji wan pîrame Ez qîzê kesî jî nasnakim, yanliz qîzekî min heye, ezê jê ra bêjim, eger pê razî bibe, ezê bidimê. Dibên: "Dayka pîrê qîza te li ku Dibê: "Welle, wayê li wê dêra di odekî da ye, ez royê sê danâ nanê wê didimê, ew jî royê pewext nimêja xwe dike, gazî xwedê dike, efûya xwe ji xwedê dixwaze." Ewana li cavên hewdû mêzedikin, "Kuro", dibê, "mala te ava be. Eger qîzekî ewha, teqwa, baxlî bi xwedê be, dernekeve der, ji xwe ra em li tištekî aha digerin, bira qet bavê wê paša ne be, ez li tištekî ewha digerim." Ê dibe, "Pîrê hela qîza te em bibînin." Dibê: "Bisekinin, ez musadê jê bixwazim." Tere, dibê: "law, qîza min, hal û mesela aha, tu dibê çi?" Ê dibê Dayê welle hela gazî kê em hevdû bibînin Eger em bi hevdû qayil bibin, dibe, çima nabe. Kurê Harunê Rešît e û di dinyê da naskirîye û belî însanekî Pîre wan tîne, bi rûyê hevdû dixîne, bi hevdû qayîl dibin. Radibin, bi dilê pîrê, pîrê razî dikin. Zêra didin pîrê, û keçikê hiltînin, bi xwe ra dikin qayîkê, vedigerin šehrê Basrayê. Ewana vedigerin tên, šahî dikeve nava Basrayê, dibên: "Welle, Mihemedê Harûn ê Rešît zewicîye. Ji xwe ra qedera wî vebû. Teze vebûye." Pir šadibin, çil royê šenlik çêdikin, def, dawet, her tišt, eglenca xwe dewam dikin, pištî çil roya wexta wana terin, mahra wan dibirin. n Dibin terin oda xwe Wexta keçik çekê xwe dertîne m Mihemed lê mêze dike dewsa kêra û birîna wa li keçikê Çekê wê top dike, davê navê çava, dibê: "Xwedê bela te bide, axir ez ji te xilas nebûm." Keçik dibê: "Min heyran, tu çima hêrs dibî bi min ra, tu hatî, te min qayîl bû, te min girtîye, anî hatîye, wexta tu bi min qayîl nabî, min bigre çardin bibe dayne dewsa min, bide rê were, tu ji xwe ra, ez ji xwe ra." Mihemed düšünmüš dibê, "Hayran, ewan mêrikana fal danîn, ji min ra got qedera te ew e. Xêr ji vîya qedera te tuneye. Ezê mecbûr, histîyê xwe xwar bikim, bi wê qederê razî bibim. Hema ewan remildaran wan fa falçîyan jê ra gotibû Ewê li cem te bibe dîya du lawan Ecelê wê bi destê pirabokê be, ewan pîrabokê hanê konik çêdikin ya. Ecelê wê yê bi destê pîrabokê lê Pîrabokê lê bixe, bikuje. Ê Ê de, lawê Harûnê Rešît e, zengîn e, bi qedera xwe razî dibe, Emir dide ser hostan, mîmaran, mihendizan, dibê: "Hunê koškekî çêbikin. Zexîra min, ava min kanîya min, her tištê min ê di hundur da Hûn ê pê derîyan li dû hevdû lê xînin Qulê kilîtê li dîwar be, li wê derê ezê kîlît ê lêxim, li vira derî Bila qul dis di wî bînayê da tunebin pîrabok tê ra nekeve hundur koškekî were dide çêkirinê. Derê wî temam otomatîk, qul tê da tunenin. Cîkîya kû pîrabok bikaribe mêšekî tê ra bikeve hundurê xanî tuneye Her tišt, xwarin, Mihemed bi xwe wexta derî derî vedike. Pir dîqatlîce derî vedike erdê kontrol dike dîwaran ewê salonê kontrol dike Wî derîyî bi xwe kîlît dike, îcar derî dinê vedike. Wara tê ra hundur tê îhtîyacê xwe dibîne Rojekî tere neçîrê dû law jê çêdibin Tere nêçîrê, jina wî jî radibe, desmêja xwe digre nimêja nîvro bike. Mihemed jî ber bi mal tê. Wexta li ser nimêjê dibê: "Allahû ekber", bala xwe dide pîrabok jorda xwe berdide jêrê û tere jorê. De jê ra gotîye, li ser nimêjê di dilê xwe de dibêje: "Dêmek ecelê min bi destê te ye, bise ez nimêja xwe temem bikim, welle ezê te bikujim." Wexta ewa silav didê, pîrabok jorda xwe berdide tê jêrê. Nigê wê pêxas e ya, nigê xwe dide ser pîrabokê, pîrabokê bipelixîne, wexta nigê xwe da ser, pîrabok jêlî li binê nigan Qirîn jê tê, wê çaxê Mihemed jî derî vedike, dikeve, dibê: "Çer bû?" Dibê: "Welle pîrabokê li min xist." "Wey la mala xwedîyê te šewitî, tu di kure ketî hundur? Ne qul dibê di wî bînayêda heye. Ne ku cîyê tu tê ra were Dêmega qedera ji cem xwedê da çêbûye, ew qedera cîyê xwe dibîne, rast e. Gotina wan falçîyan hatîye cî. Mihemedê kurê Harunê Rešît bi wî qederê razî dibe, bi wê jinikê ra dizewice, dibe dîya du lawan, ecelê wê bi destê Welle, çîroka min çû dîhara, em bi qeyda Kurdîstana berî bibêjin, rehmet lê dê û bavê hazir û
• Waveform view • Interlinear Glossed Text • Utterance view