Waveform view
mc_nkurd_muserz03| Recording date | 2000 |
|---|
| Speaker age | 50 |
|---|
| Speaker sex | m |
|---|
| Text genre | traditional narrative |
|---|
| Extended corpus | no |
|---|
Loading wave form: 0%
|
Speed: ⊖ 100% ⊕
|
|
fast_rewind
play_arrow
fast_forward
|
Zoom: ⊖ 200 pps ⊕
|
Dibên
rojekî
şahê
perîya
hebûye.
Qîzekî
wî
yê
bakîre
hebûye.
Qîza
wî
hatîye
wextê
mêra
Dibê:
"Qîza
min
ez
dixwazim
te
ji
perîya
nezewicînim,
ji
însana
bizewicînim."
"Weyaxuta"
gotîye,
"dilê
te
dixwaze
ji
însana
bizewice,
dilê
te
dixwaze
ji
perîyan
bizewice."
Ka
hetanê
wê
çaxê
qîzê
perîyan
bi
însana
ra
nedizewicîn
Ku
paşa
izna
qiza
xwe
dide,
destura
wê
dide,
dibê:
"Ez
dixwazim
ji
însana
bizewicim."
"Qiza
min",
dibêje,
"tu
qîza
şahê
perîyanî,
here
bigere
ji
xwe
re
merivekî
bi
dilê
xwe
bibîne
yanliz
bira
pir
ehlê
xwedê
be.
Ji
sozê
xwe
ra
merîvekî
sadik
be,
merivekî
durist
be,
bibîne,
bîne
were
cem
min,
ezê
te
pê
ra
bizewicînim."
Baş
e,
ewa
qîzik
tere
digere,
digere,
tê
bal-a
xwe
didê
melekî
li
dîharê
minarê
ezan
dide.
Dengê
wî
pir
xweşe,
pir
xortekî
bedewe,
kêfa
xwe
jê
ra
tîne,
ewa
xwe
dike
şiklê
kevokekî,
ew
wexta
ezan
dide
li
dîharê
minarê,
ewa
tere
li
ber
datîne.
Mele
ezana
xwe
temam
dike
dibê
Wele
ezê
wê
kevokê
bigirim
çiqas
heywanekî
bedewe
ezê
pê
şa
bibim
bigirim
berdim
bira
here
Wexta
kû
destê
xwe
davêje
nigê
wî,
êdî
nizane
çerdibe
bal-a
xwe
didê
kevokê
ew
bi
hewa
xist,
bir,
bi
hewa
xist
rakir
bir
çû.
Dibe
tere,
orta
behrê
da
di
adekî
da
datîne.
Wexta
wîya
pêya
jêrê
dike
hişmişê
wî
ne
li
serî
ye
ji
tesîra
hewayê
Û
çav-mavê
xwe
mizdide,
bal-a
xwe
dide
kevok
tuneye.
Li
vîyalî
wîyalî
mêze
dike,
adekî
xweş
Gûl
û
sosin
û
çiçek,
dar
çeşit
çeşit.
Wirda
digere,
wêda
dizivire,
bal-a
xwe
didê,
koşkekî
di
nav
wê
adê
da
heye.
Xwe
li
koşkê
digire
tere
tere
derî
koşkê
vedike,
wexta
dikeve
hundur,
bal-a
xwe
didê,
cemaatekî
giran
rûniştîne.
Merivekî,
cubbekî
lê,
pêçekî
spî
li
serî,
di
orta
wî
cemaatê
da
rûniştîye.
Tere,
"Selamun
aleykum",
"Aleykum
e
selam"
merhabatîyê
didinê.
Cemaat
dengê
xwe
dibire.
Ew
merifê
cubbe
lê,
di
orta
cemaatê
da
rûniştîye,
dizivire
ser
mêvan.
Dibê:
"Xorte
baş,
tu
çawa
hatî
vira?"
Dibê:
"Min
heyran,
wele
ez
nizanim
ez
çawa
hatim.
Min
li
ser
minarê
azan
dida
kevokekî
hat
li
ber
min
danî
min
ezana
xwe
xilas
kir
min
got
ez
ê
wê
kewê
bigirim
pê
şa
bibim
çiqas
heywanekî
rinde
ez
ê
bigirim
berdim
Min
dest
avêt
nigê
kewê,
min
kewê
neanî,
kewê
ez
anîm.
Min
anî
hat
li
wê
adê
danî.
Ez
niha
nizanim,
vê
dera
cikî
xerîbe.
Ez
çima
hatim
vira,
ez
çer
hatim
vira
ez
nizanim."
Dibe
Xortê
baş
ez
şahê
perîya
me
Ev
kevoka
kû
te
anî
vêdera
qîza
min
bû.
Got,
ez
dixwazim
ji
insana
bizewicim.
Min
jî
got
here
ji
xwe
ra
yekê
bi
dilê
xwe
bibîne
bîne
were
ez
ê
te
bidimê
Me
ji
bona
wî
tu
anî
vira."
"Ê
baş
e"
dibê.
Madem
kû
qesta
min
kirîye
ez
ê
jî
qebûl
bikim
"Yalniz"
dibê
"şertekî
min
heye,
yek
şerteki
min
heye.
Tu
wî
şertê
min
bi
cî
bînî
temam
iş."
Dibê:
"Bêje
ka
şertê
te
çi
ye?"
Dibê:
"şertê
min
ew
e,
ez
mahra
we
dibirim.
Hûn
jin
û
mêrê
hev
in
Yalniz
çil
royê
hûn
ê
di
nava
cîkî
da
rakevin
hûn
karişê
hev
nabin
royê
çiluyekî
paşê
tu
serbestî
Ê
de
insanoxlî
ye.
Rokî
îdare
dike,
dudu
îdare
dike,
sisê
îdare
dike.
Li
bedewîya
qîza
şahê
perîyan
mêze
dike,
li
zeynet
û
xemilandina
wî
û
oda
wî
û.
Tahmûl
û
îdare
jê
ra
çenabe.
En
fazle,
en
zor
dide
xwe ,
penc,
şeş
roj
dewam
dike.
Êvarekî
dibê
Jinik
dibê
ha
dibê
heyran
rind
e
nika
êdî
sakincakî
di
orta
min
û
te
da
nemaye
Em
Emê
hevdû
bin.
Pekî
ewe
çi
şertekî
giran
bavê
te
danîye
orteyê,
gotîye
cil
ro,
yanê
îro
be,
çi
dibe?"
Keçik
de
dibê:
"Tu
deqekî
musade
bike,
hetanê
ez
têm."
Keçik
radibe,
derî
veke
derdikeve
dere
cem
bavê
xwe.
Dibê:
"Bavo,
wele
însanê
me
girt
xwedîyê
sozê
xwe
derneket.
Teklifa
wê
yekê
li
min
kir."
"Ê"
dibê,
"qîza
min
here
gazî
ke
bila
were."
Tê
û
dibê:
"Bavê
min
gazî
te
dike."
Radibe,
xwe
tev
girêdide
tere.
Dibê
"Kurê
min,
te
çima
waha
got,
ne
şertê
min
û
te
heye,
gerek
çil
royê
tu
bima?"
Dibê:
"Wele
paşa
min
îdare
nekir,
ji
eşq
û
hezkirina
qîza
te
ez
dayanmiş
nebûm.
Min
îdare
nekir,
lewma
ew
teklîfa
lê
kir."
Dibê:
"Ew
cîyê
kû
tu
lê
pêya
bûyî,
here
wê
derê.
Cardin
ew
kevok,
ewê
te
bibe
dayne
ser
minara
te,
bide
rê
were."
Çara
wî
nîne.
"Yahu,
eman,
zeman
min
tiştekî
nekir,
min
xetakî
nekir,
sadece
min
ev
teklifa
lê
kir."
Dibê:
"Na,
tu
xwedîyê
sozê
xwe
nînî."
Tere
wê
derê,
ew
kevok
tê
wê
derê,
bi
nigê
kevokê
digre,
cardin
tîne
datîne
ser
minarê.
Bila
ew
li
wir
biskine.
Îcar,
rokî
paşa
wezîrê
xwe
dişîne
çarşuyê,
dibê:
Hûn
"Hûnê
herin
sê
merifan
ji
min
re
bigrin
bînin
werin.
Sê
merifên
önemlî."
Dibê:
"Paşa
sê
merifên
çere?"
Dibê:
"Ê
kû
awa
ilgî
çekîcî.
Ê
dikkata
we
dikşîne,
dikkatê
dikşînin
ser
xwe,
hûn
sê
merifan
ji
min
re
bigrin,
bînin."
Wezîr
terin
di
çarşî
de
digerin
bala
xwe
dê
merîfekî
li
ber
minarê
sekinîye
dikene
şadibe
direve
direve
direve
tere
diharê
minarê
Jor
da,
madê
wî
xirab
dibe,
digrî,
hêsirê
xwe
paqij
dike
û
jorda
tê
jêrê.
Wana
epêce
lê
mêze
dikin,
hey
karê
wî
were
ye.
Dibê
evî
merîfî
bînin
werin
Ewî
digrin
tînin
Ewa
hinekî
di
çarşî
de
dimeşin.
Terin
bala
xwe
didinê
merîfekî
demircîkî
he
kurika
xwe
saz
kirîye
demir
dikute
Sor
dike,
dikute,
haceta
çêdike.
Carê
carê
ew
mezê
dike
demirê
xwe
yê
sor
û
kakuçê
xwe
davêje
û
direve
paşîya
dikkana
Qûçekî
xwelî
li
wir
e.
Xwe
davê
ser
xwelîyê,
topdike
dide
ber
xembêza
xwe,
dibê
"zêrê
min,
ox
zêrê
min"
û
radibe
bal-a
xwe
didê
xwelîyê
di
desta
da
û
vala
dike,
madê
wî
xirab
dike
û
cardîn
tê
ber
kurika
xwe,
saz
Karê
wî
were
ye.
Dibê:
"Ewîya
jî
bigrin
bînin
werin".
Ewî
jî
digrin
tînin.
Tên
sona
serê
çarşî,
bal-a
xwe
didinê
merîfekî
bi
herdû
çavan
kor
e.
Destê
xwe
vekirîye
dîlencîtî
dike
pa
parsê
dixwaze
Wezîr
gunehê
wî
pir
pê
tê,
bal-a
xwe
didê
xortekî
yakişikli
bedew,
li
ser
xwe
lê
herdû
çavê
wî
Digre
zêrekî
dike
kefa
destê
wî.
Dibê
Ey
însan
sedeqê
berîya
sedeqê
şimaqekî
li
vira
min
xe
şimaqekî
li
vira
min
xe
paşê
bide
min
w
Wezîr
sar
dibe
di
cîyê
xwe
da
Ew
çî
ye
dibê
Ez
sedeqê
didim
te
ma
çima
li
te
xînim
Dibê:
"Na
xêr,
kî
sedeqê
dide
min,
gerek
a
du
şimaqa
li
min
xe"
"Yahu
etme
eyleme."
Dibê:
"Na,
çara
wî
nîne,
ez
nagrim,
gerek
tu
du
şimaqa
li
min
xî,
paşê
bidî
min."
Çare
lê
nabîne,
dibê:
"Evîya
jî
bigrin,
bînin."
Wan
her
sê
merîfan
digrin
dibin
terin
cem
paşê.
Paşê
gazî
mele
dike
berê
evil.
dibê
Tu
çima
dikenî,
direvî
dîharê
minarê,
jorda
madê
te
xirab
dibe
tu
tê
jêrê.
Min
çer
serîda
ji
we
ra
got,
mesela
vî
û
qîza
şahê
perîyan,
ji
serîda
ji
paşê
ra
dibê
hal
û
mesele
aha.
Niha
min
anî
hat
danî
vira.
Ew
bedewîya
qîza
şahê
perîyan,
ew
xemilandina
oda
wî,
ew
zînet
û
zêr
û
xiş
û
emaretê
wî
dikevin
bira
min.
Ez
têm
ber
minarê,
ji
min
vetrê
kewa
min
li
wê
derê
ye.
Ez
direvim
direvim
terim
wê
derê,
û
ez
bal-a
xwe
didimê
lê
ber
çavê
min
kew
firdide
tere
û
destê
min
Ew
acîya
wî
dikeve
zikê
min
ez
jorda
digirîm
têm
karê
min
ewe
ez
bûme
aşixê
wî
sibê
zû
terim
ber
minarê
heta
dibe
êvar
Evarê
têm
serê
xwe
datînim.
Destê
min
ji
karê
dinyayê
qetîya
ye.
Dibê:
"Tu
derkeve
here,
de
bi
derdaye.
Işê
te
temam.
Gazî
demîrcî
dikê,
dibê:
Demîrcî
tu
çima
li
ber
kurika
xwe
disekinî
demirê
xwe
dixebitî
kardikî
tu
çarîcarî
davêjî
direvî
paşîya
dikana
xwe
quceki
xweli
li
wê
derê
ye
tu
xwe
davê
ser
ax
zêrê
min
wê
zêrê
min
Û
tu
carek
din
kor
û
poşmam
dizivirî
ser
kurêka
xwe.
Sebebê
wî
çî
ye?
Dibê
Paşa
Ez
demîrcî
me
hedad
im
Hacetan
çêdikim
Her
roj
zarokê
min
nanê
min
ê
nîvroyê
xwarina
min
danîndi
hatin
dikanê
Ji
min
ra
danîn
Ew
roj
min
go
Îroj
ji
min
re
xwarinê
neynin
ez
ê
bi
xwe
li
çarşîyê
bixwim
Dibê
Min
go
Ez
ê
çî
bînim
werim
Min
çû
mirîşkekî
kirî
anî
hat.
Kurika
min
agirê
min,
koza
komirê
pire,
min
anî
li
ser
sor
kir,
pijand.
Min
nanê
xwe
danî
ber
xwe,
ez
rûniştim
ser.
Min
bal-a
xwe
dayê,
pişîkekî
reş
hat
ji
min
re
got
"Selamu
Min
aha
lê
mêzekir
Min
go
Heyran
tu
heywan
tu
pişîk
ça
wa
tu
ji
min
re
dibê
selamu
aleykum
Got:
"Ez
pişîk
nînim,
ez
dewleta
te
me".
Min
got:
"Tu
çawa
devleta
min
Got,
ji
min
re
got:
"Tu
nîvekî
wî
mirîşka
xwe
bidî
min
ez
bixwim.
Ez
dewleta
te
me."
Min
ji
xwe
ra
got:
"Ev
pişînga
min
dixapîne.
Eva
dikura
dibe
mirîşka
xwe
lazim
te
Ê
got
Hêteki
bide
min
min
bi
der
nede
Binêre
tu
min
bi
der
bide
ez
dewleta
te
me
min
bi
der
nede
Go,
min
got:
"Bo
xwedê
ez
hêtekî
jî
nadim
Ê
got:
"Baskekî
bide
min.
Binêre
ez
je
te
re
dibêm
min
bi
der
nede."
Got
ez
dişinmiş
bûm
min
go
yahu
heyvan
di
kura
hatîya
ew
sêrbaze
çî
ye
bûye
miselletê
serê
min
Bawo
xwedê
ez
baskekî
jî
nadim
te
Ê
got:
"Hemin
tu
nadî,
nadî,
ew
hestîyê
ku
tu
dikojî
û
tu
naxwî
û
tu
digrî
davêjê,
ewan
hestîya
qe
ne
ka
bide
min,
ez
bixwim.
Min
bi
der
û
Go,
min
got:
"Wele
min
hestî
jî
neda
te".
Min
rabû
hestîyê
xwe
topkir,
kir
hundirê
kurika
agir,
agir
da
binî,
ew
hestî
jî
şewitandin
û
min
tiştekî
nedayê.
Go
Wexta
pişing
wenda
bû
ez
hatim
paşîya
dikana
xwe
mêzekir
bala
xwe
dayê
kuçekî
zêr
wayê
li
wir
e
Go
ez
direvim
xwe
davêjim
ser
ez
dibêm
zêrê
min
topdikim
hembêza
xwe
destê
min
da
dibe
xwelî
"Aha"
dibê
"Xwelî
valadikim
wê
derê.
Nexweşîya
min
jî
ev
e,
ketîye
canê
min,
ji
canê
min
dernakeve.
A
wele,
karê
min
û
xwelîyê
jî
ev
e."
Dibê:
"Tu
here,
te
jî
bi
derdaye,
tu
jî
derkeve
here."
Gazî
ê
kor
dike,
dibê:
"Xortê
baş,
tu
bi
herdû
çavan
kor
î.
Xelk
sedeqê
dide
te,
tu
çima
dibê
du
şimaqa
li
min
xînin
paşê
sedeqê
bide
Ew
xêr
wî
guneyê
dernayne.
Êdî
çima
sedeqê
didin
te,
wexta
li
te
dixînin."
Dibê:
"Paşa,
heqê
min
e.
Min
musteheq
kirîye,
lewma
ez
dibêjim."
Dibê:
"Te
çi
kirîye?"
Dibê:
"Bavê
min
merifekî
pir
tuccar
bû,
pir
zengîn
bû.
Ez
cahîl
bûm,
xort
bûm,
bavê
min
ket
mir.
Ew
varîdata
bavê
xwe,
ew
sermîya
bavê
xwe,
perê
bavê
xwe,
zêrê
bavê
xwe
min
temam
di
rêya
kêfê,
zewqê,
exlencê
da
xerç
kir.
Tiştek
min
nema,
ez
were
feqîr
ketim,
bê
îdare
ketim.
Êdî
ji
tan
û
niçê
cînara
jî,
min
di
mala
xwe
da
star
nebûm,
min
îdare
nekir.
Ez
nanê
muhtac
bûm,
kesî
xêr
û
sedeqa
xwe
jî
neda
min."
Dibê:
"Di
mesafekî
kin
da,
nêzîk
da
min
ew
mala
bavê
xwe
temam
wenda
kir,
ez
mam
feqîr,
belengaz,
birçî
mam."
Dibê:
"Çara
min
nema,
êdî
kesî
xêr
û
sedeqa
jî
li
min
nekir.
Ez
kuda
çûm
min
got
birçî
me
xelkê
got
Lawo
tu
çima
birçî
yî
tu
xortî
tu
eyp
nakî
dibê
ez
birçî
me
Dibê
Min
îdare
nekir
çaresiz
mam
şûrekî
bavê
min
hebû
go
min
got
Dayê
hela
wî
şûrê
bavê
min
bide
min
ezê
herim
nanê
xwe
qezenc
kim
aha
nabe
Got:
"Min
şûrê
bavê
xwe
girt
anî
hat,
ji
pasê
temîz
kir,
devê
wî
tûj
kir
=û
ez
çûm
çîyê,
min
xwe
da
serê
Min
got:
"Va
rêya
tuccara
ye,
di
vir
ra
terin
tên.
Ez
Ezê
tuccara
bişêlînim,
pera
jê
bistînim,
bînim
werim
bixwum,
çara
min
nemaye
êdî."
Go
min
xwe
daye
serê
rê
çîya
ye
suwar
ê
tê
ra
tere
Min
bala
xwe
dayê
merifekî
tuccarekî
suwarê
devekî
ye
heqîbekî
li
binî
ye
wol
ji
wêda
tê
Go
min
da
da
pêşîyê
min
got
pêya
be
ev
va
deva
min
e
Tu
deva
min
kuda
dibî
terî
go
Mêrik
merifekî
bakilî
zana
bû
go
Got
Bavê
min
deva
te
ye
Ez
bi
yanlişî
lê
suwar
bûme
Kerem
ke
deva
te
bila
ji
te
ra
be
go
Mêrik
pêya
bû,
heqîba
xwe
da
ser
milê
xwe,
deve
da
min.
Ez
suwarê
devê
bûm
go
Îcar
min
go
ez
mêrik
berdim
mêrik
ê
here
malûmata
bide
esker
bide
polîsa
Ewê
werin
xwe
bigihînin
min,
min
li
çîyê
bigrin.
Ezê
çawa
bikim.
Ezê
wî
merifa
bibim
herim
serê
çîyê,
bidim
rûniştandinê.
Heta
bila
bibe
êvar.
Ezê
êvarê
berdim.
Ew
li
vî
alîya
here,
ez
li
vî
alîya
terim.
Hetanê
bibe
sibê
ez
rêça
xwe
wenda
dikim
Mêrik
nagîne
min
Dibê
Min
qederekî
mêrik
di
çîyê
da
da
peşîya
xwe
bir
go
Min
got
Ew
heqîba
çî
ye
ser
mîlê
te
Got
Wela
ew
jî
zêr
in
e
Min
got
Mala
te
ava
be
ji
xwe
ez
li
zêra
digerim
Ez
devê
çer
dikim
Ka
wî
heqîba
heqîba
min
jî
bide
min
go
Heqîb
jî
girt
da
min
go
Min
mêrik
bir
çû
deranî
diharê
serê
çîyê
go
Min
got:
"Ezê
êvarê
berdim"
Ez
saeteki,
du
saet,
sê
saet
rûniştim.
go
Min
got
heyran
Welle
ez
sebir
nakim
hetanî
bibe
êvar
En
îyîsî
ez
wî
merifa
bikujim
Kî
hay
ji
min
heye
Ezê
wî
merifa
bikujim
bidim
rê
herim
ez
çima
heta
êvarê
biskînim
Mala
min
birçî
zarokên
min
birçî
ez
bê
perê
Min
çav
dayê
heqîbeki
zêr
tijî
Ez
êdî
sebir
dikim
go
Min
got:
"Mêrik
welle
ezê
te
bikujim"
go
Go
Bira
te
deve
xwast
min
da
te
Te
zêr
jî
xwast
min
da
min
min
da
te
Ka
tu
çima
min
bikujî
Min
got:
"Welle
ezê
te
Got
Xortê
delal
min
nekuje
Ez
merifekî
tuccar
im
zengîn
im
Ez
ê
heqîbekî
zêrê
din
û
devekî
jî
din
î
ji
te
ra
bînim
werim
min
nekuje
Min
got:
"Welle
ezê
te
go
Ji
min
ra
got:
"Ezê
du
heqîb
zêr,
tevî
du
deveyên
din
ji
te
ra
bînim."
go
Min
dîsa
got:
"Welle
ezê
te
go
Mêrik
hetanî
hefta
say
kir,
got:
"Ezê
heft
heqîb
zêr,
tevî
heft
deva
bidim
te,
min
nekuje.
Ez
tuccarekî
zengîn
im
Ji
min
ra
hayat
lazim
e
ji
min
ra
zêr
lazim
nînin
Sirf
[UNCLEAR]
min
hebe,
bila
zêr
gi
ji
te
ra
Teqeta
min,
kuvveta
min
[UNCLEAR]
heft
heqîb
zêr,
heft
deva
ezê
bidim
te
sirf
tu
min
nekujî,
çoluk-çocuxê
min
heye,
ez
gune
Min
got:
"Bi
sûnda
Kur'anê
ezê
te
Go
son
olarak
çare
di
destê
mêrik
da
nema.
A
wî
saetê
ezê
mêrik
Got:
"Xortê
delal,
(tu)
min
nekuje,
ezê
hedîyekî
bidim
te,
di
dinyayê
da
tu
kesî
ji
kesî
ra
nekirîbe."
go
Min
got
Ew
çî
ye
(Go)
dermanekî
ji
cêba
xwe
deranî
go:
"Ez
wî
dermanê
dikim
çawekî
te.
Tu
li
wî
çîyê
bisekinî,
li
çîyayê
dinê
mêş
firbidin,
tu
yê
Mar
bi
rê
da
herin
tuyê
bibînî.
Tu
li
diharê
çîyê
bisekinî,
di
nava
çarşîyê
da
tuyê
merifa
nasbikî.
Ez
Ezê
qencîkî
were
jî
ji
te
ra
bikim.
Sirf
tu
min
nekujî."
ê
go
Min
got:
"Baş
e"
(Go)
anî
hat
derman
kir
çavekî
min.
Wexta
min
çavê
xwe
vekir
belê
go
Çikas
şehrekî
dûr
hebe
insanê
wî
ku
ez
nas
bikim
di
navda
hebe
ez
nasdikim
Ez
li
çîyê
mêze
dikim.
Mêş
firdidin
ez
dibînim,
min
got:
"Têke
cavê
min
ê
din
jî."
(interruptions)
Îcar
got
mi
go
welle
tu
yê
têki
cavê
min
yê
din
jî
go
Heyran
ez
têkim
cavê
te
yê
din
jî
her
du
çavê
te
kor
dibin
Ûsula
wî
dermanê
hanê
ji
çavekî
ra
mahsuse,
ne
ji
herdu
çavan
ra."
go
bi
na
bi
sûnda
kuranê
ezê
te
bikujim
tu
nekî
çavê
min
ê
din
jî
Got
Lawo
neke
Tu
xortekî
heyfî
kêfa
min
ji
te
ra
tê
tu
yazixî
min
heqîbeki
zêr
daye
te
ji
min
kêm
nabe
Ez
zengîn
im
tişteki
nabe
Tu
jî
fena
ewladê
min
Were
wê
yekê
neke
Ez
têkim
çavê
te
yê
din
herdu
çavê
te
jî
kor
dibin
Tu
gune
yî
go
Mêrik
zaf
gunê
xwe
min
anî,
min
dinlemiş
nekir.
go
Min
got:
"Têke
çavê
min
ê
din
jî,
tu
nekî
çavê
min
ezê
te
jêkim."
Go
min
şûr
da
ser
Got
lawo
min
nekuje
Ezê
têkim
cavê
te
yê
din
jî
got
Rabû
serê
min
danî
ser
çoka
xwe,
derman
kir
herdû
çavê
min
jî.
go
Ez
rabûm
go
min
dît
çavê
min
kor
in
Herdû
cavê
min
kor
bûn
korbûn
go
Mêrik
şûrê
min
ji
destê
min
girt
heqîba
zêrê
xwe
jî
ji
min
stend
Deva
xwe
jî
ji
min
stend
go
Şîmaqekî
li
vira
min
xist
got
Eva
heqa
te
Yek
jî
li
vira
min
xist
got
Eva
jî
musteheqa
te
lawo
Min
heta
heft
heqîb
zêr
jî
da
te
min
gotê
min
nekuje
varîdatekî
girane
hefheq
heft
heqîbê
zêrê
xwe
bîne
here
mala
xwe
Tu
çi
ji
min
dixwazî,
cima
min
dikujî.
Tu
[UNCLEAR]
nebû.
Tu
yê
îcar
here
bi
xwe."
Got
"Welle
paşa,
mêrik
min
suwarê
dewê
jî
kir,
anî
li
perê
şehrê
min
danî
û
da
rê
kir
çû.
Go
ez
mame
kor,
go
niha
ez
destê
xwe
vedikim,
kî
sedeqê
bide
min,
ew
tê
bîra
min.
Ez
dibêm
eyn
fena
mêrik,
yek
heqê
min,
yek
musteheqa
min.
Hûnê
du
şimaqa
li
min
xin,
paşê
sedaqa
xwe
li
min
bikin.
Wele
eva
jî
ewha.
Text view • Interlinear Glossed Text • Utterance view • Help
|