Text view

mc_nkurd_muserz02

Recording date2004
Speaker age60
Speaker sexf
Text genretraditional narrative
Extended corpusno


Javascript seems to be turned off, or there was a communication error. Turn on Javascript for more display options.


Îja damarya qîzkê hebûye Navê qîzkê Fatik bûye Navê qîza damarya wê jî Eyšik bûye. Îja daîme çûne ber dewar bi hev ra. Çêleka diya Fatikê daîme li dewar xistîye, nehîštîye Eyšik rûnê. Fatik jî tešîya xwe dibe dirêse bar dike Êvarê tê wî giloka xwe tîne dide damarya xwe. Îja damarî li qîza xwe dixe, dibê: "Çima ew êtim e, ew tere ber dewar, ew royê tešîya xwe aqasa dirêse! Çima tu jî?" Dibê: "Dewar nasekine." Qîzik jî nizane çêleka diya wê lê dixîne nahêle Îja wê çaxê cardinê tîne qeda xwe tê dide. Dibê: "Çer bûye, çer nebûye". Dibê: "Welle ava filan çêleka hana li dewar dixîne." qîza wî damarîya wî dibê Dibê: "Lema ez nikarim tešîyê birêsim." Rokî (ji) mêrê xwe ra dibê: "Ez nebîranîya dikim. Tu yê ji mi ra wê çêlekê šerjê(bi)kî, çêleka diya Fatikê Fatik jî pir bedew bûye. Tîne, dibê: "Tu šerjêbike." Waya jî dibê: "Ez çer çêlekê šerjêkim." Dibê: "Welle tu yê šerjêkî." Tîne wê çêlekê šerjêdike, Digurê, Wî goštê wê gava tîne bi qîzkê û dîya wê were tel bûye, fena jehrî. Gava Fatik jî dixwe pir pê xweš bûye. Ew ji teref xaliqê alemê hestîyê wî tîne ziman. Dibê: "Tu yê hestîyê mi biherî, di afirê mi da bike çel. Dibê Gava kî tu hat li cem mi ez te ra te ra qise dikim Gava ke ew derî bi ser te da kilît (di)kin, terin malê, ew terin deweta, tu di mal da dimînî." Dibê Tu werî hema ser ewa mi bigrî ez te ra qise dikim Tu yê derî kilît kî herî Nêzîka ew hatin malê tu jî berîya werî malê Ava jî dibê "Erê." Gava tînin dikin qelî qa e jinik nikare bixwe Ne ew ne qîza wê Ne Eyšik dixwe ne diya wê dixwe Ava jî hema ji xwe ra wer royê hinkî dixwe, hestîyê wê bi dizî wan dibe, dike afirê çêleka diya xwe. Diha wer dimîne rokî dudu sisê Dewet hebûye Fatik pir bedew bûye. Šimika nigê Fatikê jî sade gi zîv bûye. Lawê pašê jî dilê wî pir dikeve Fatikê. Tere dewetê. Ew damarya wê dibê dibê tu yê Ew mêrkê lawê pašê dibê dibê Ava šimika hanê li nigê kê were ez ji xwe ra dixwazim (Interruptions from listeners) Di wê arê da Dibê: "Ez heta ji dewetê têmê, ez û qîza xwe, tu yê wer bigrî hêsirê te va sîtila tijî bibe." Qîzik jî rûdine, digrî, rep digrî. Dibê: "Ezê vê sîtilê çer tijî bikim?" Tere ser afirê kê çêleka diya xwe hestî jê ra tê ziman teref Xwedê da Dibê Here xwoya xwe rind têkî sîtilê ava xwe berde tijî ke li hev xe li hev xîne Xwey rind helîya, tu here ji xwe ra dewetê. Tu were xwe bixemilîne, here Nêzîkîya ew û diya xwe hatin tu li pêšîyê were malê ji xwe ra li ser runê, bigrî. Ewa diha çi zanin?" daha çi zane Va tere dewetê ji xwe ra dilîze. Gava damarya wê lê mêzedike, ji qîza xwe ra dibê: "Çavê vîya fena wê Fatika mala me ye Dibê: "De însan li hevdû narin?" Ji xwe ra ew û diya xwe dilîzin û vana jî dilîzin. Lawê Pašê šimika nigê Fatikê dikeve. Dikeve šimikê nigê gava dikeve wê çaxê šimikê dibin davêjin nizanim dibin davêjin li kuvî erê dibin davêjin kanîyê Dibin davêje kurnê kanîyê, šimika wê, ewê êtîm, va lawê pašê tere hespê xwe gava xulam dibin Dibên Paša em dikinnakin hesp vediciniqin dibê avê naxwin Dibê Bavo îja avê naxwin Axirî dibê ew Bigrin kanîyê gi temîz bikin Vana temîz dikin, wê šimika qîzka êtîm, ya Fatikê dibînin. Paša jî dibê: "Wûn ê bikevin nava vê êlê da bigerin. Ava šimika li nigê kê hatî wûn ê ji mi ra bixazin." Vana dikin nigê kê li niga nayê, tînin dikin nigê Fatikê, nigê Fatikê, šimika wê bûye. Tînin Fatikê dixemilînin û dikin paš perdê û Ê li niga hatî de lawê pašê dibê Ez ê ji xwe ra bînim werim Damarya wê tê dikute, dikute. Û Eyšika reš, yekî reš e, lêv deqandî bûye. Tîne wê dike pe paš perdê û dibê Niha dewet tê û kî çi zane Fatikê jî digre, dike tendûrê, salkî jorda dide ser devê tendûrê. Teref xaliqê alemê da hestîyê çêleka wê tê ziman. Gava berbû, dewet tê, dîk tê ser šêmûgê, dibê: "Qaqlaqî!" Dibê: "Eyšika rindik tendûrçî Fatma Eyška keçel paš perdê da Li dîk dixin Cardin dîk tê dibê Qaqlaqî Eyška Fatma rindik tendûrçî. Eyšika keçel paš perdê da." Wer dibê. Vana dibên: "Helbet di vî dîkî da tištek heye." Çer salê tendûrê bilind dikin, mezê dikin cc tirînca qîzkê dayî tendûrê. Qîzik bedew e. Terin perdê jî bilind dikin yeka reš ê pîs heram, fena mirtiva wayê di paš perdê da. Destê wê digrin dibên: "Çima aha kirî?". Dibê: "Welle damarya mi ez aha kirime." Dibê Gava kî e we hatî ez xwestime paša šimika nigê mi birîye dibê Qîza xwe anîye kirîye vira ez jî êtîm bûme dîya min tûnebûye Ez avêtime tendûrê." Dibê: "Dîk hatîye ziman. Ji berbûya, ji xwendîya ra gotîye." Vana radibin dibên: "Em çer bikin?". Ji tendûrê derdixînin. Berbû pišt perdê derdixînin Eyšikê derdixînin, Fatikê dikin paš perdê, dixemilînin. Radibin deweta wê digrin, birê dikin û dewet tere. Dewet tere, em bên dewet pir tere, hindik tere. Vana terin para berdidin keçkê. Keçkê çer temkî lêdxînin, ew damarya qîzkê, qîzik jorda tere, dikeve erdê. Ber yanê kanyê da dibe du gula. Hešîn dibe Hešîn dibe ew Zava merê wê p lawê pašê wer dilê wî dikeve herdu gula Diçîne û li ber serê xwe ra dike. Birêda ewa reša lêv deqandî dibê: "Bîzê mi ji wan gulan tê. Bira ji ber serê xwe bavêje." De dizane. Divê: "Bira ji ber serê xwe bavêje." Paša dibê: "Mi jê hezkirî, çima ez bavêjim?" Dibê: "Bira bavê." Va davêje. Li pê dibe canûk, bi nava hespa dikeve, tere. Tere cardinê em bên fena em bê jn ji vira Kaxê Darê Dewet tê ber kanîyê. Li ber kanîyê dewet peya dibe. Dibê: "Ez çer bikim, ez serê vîya wenda kim." Dibê: "Bira wê canûyê bikujin." Dibên: "çima?" Dibê: "Bira bikujin, ez ji canûyê diqarim" "Va çima canû nava hespa ketî?" Divê filankes: "Canû ye, mi jê hezkirî, di nava hespa da ye, çima bikujin?" Dibê: "Na bira Cardin teref xaliqê alemê da ew canûya dibe dibe heywanik Nizanim dibe çêlek nizanim dibe golik nizanim dibe nogin Diha derew axwa Xwedê nenivîsîne tere li kêleka derê malê rc nêzikîya ew peya ew li kêleka derê malê da dibe darek hêšîn tê Darek bedew hêšîn tê hêšîn tê Dibê: "Em çer bikin, çer nekin." Hemle dimîne, Xwedê ewa reš (pause) zara didê. Gava doxim dike, dibê: "Bira vê dara kêleka mala me, wan textê wê gi bibire." Dibê: "Ji lawî mi ra têkin bêšîk." e Cardin paša tîne wê darê dibire ji lawî wê ra dike bêšîk Ew bêšîka gi dibe derzî di wê de dergûša wê ra tere Dike-nake dergûša wê ranakeve. Hema wê bêšîkê tîne hûr dike, davêje tendûrê. Davêje tendûrê s tendûrê wan berdestîya wan hebûye tere xwelîya derdixîne Mêze dike nîkek wer bedew, nîka tešîya. fs Fena zêr rind e, (di)teyise, derdixîne hema digre davêje pencerê. Diavê pencerê. Hezkirina xalqê alemê di pencere da dibe dîsa fena xwe a berê. Tê di nav mala pašê da digere, šixula dike, xwe vedišêre. Rokî dudu sisê Paša dibê dibê Ez gava têm hundirê malê van rana mala me wer tewkî ye Diha xweš e, diha rind e." Dibê: "Ez li tištkî ketime šikê, diha nizanim çî ye." Dibê: "çî ye?", dibê: "Welleh ez carik duduya hatim qîzek di nav mala me de digere, ez gava têmê tune, Paša rokî qîzê gund gištkî telîf dike tîne dibê Bira em îro zibaretî daynin Zibarê xwe datîne. Hirîyê šeh dikin. Paša dibê: "Mêze ez vamê, ji we ra dibêm," dibê "gava ez çîrokî mi heye ez dibêmê", dibê: "ne yê der tê hundur, ne ji hundur tere derva." Va çîroka xwe temam dibê, temam dike, qîzika te ji pencerê der tê. Qîzik ji pencerê der tê. Qîz e, fena xwe berê ye. Mi çer ji we ra gotî, ew wer ji pašê ra wê çîroka xwe giškî qise dike, gij dibê Aha kir li mi aha kir ez aha ketim paš perdê birêda li mi aha kir dibê Heta ez bûm du gula te li mi aha kir." Giš ji serî da mi çer ji we ra gotîye, wer dibê. Dibê: "Lê îja em çer bikin, em serê wê wenda bikin." Dibê Hespê mi hene canûyê mi gelek in Dibê Ez ê hespa bela bikim canûkî minê pir nerind jî heye ez ê bidim cem te Dibê Tu ê ji canûyan kîjan nerind e bide min Dibê ez Wê canûya te ez xwedî dikim hespê te kîjan rind e jî be tu bela ke Dibê: "Eger em serê wê aha wenda kin." Diha van hespê xwe di bela dike dibe bihar dibê Ez ê hespa tov kim Tere hinik hišk bûne hinik sax in tîne hinik ne rind in Dibê: "Welleh canûkî me, me daye qîzika feqîrî, di mala pîrê da ye." Dibê Ez ê herim ji wê canûya xwe bînim bixazim hela heye tune Tere, pîrê dibê: "Hetanî xwedîyê hespê neyê, dibê, hesp ji hundir dernayê." Dibê: "Erê, erê canûkî pîs î heram daye, îja hesp ji hundir dernayê." Dibê Wellahî heta paša bi xwe neyê de duwar neqelišî ne ez ji hundir dernayêm Tere mêzedike, hespek terikî, serê wî çûye ber arîka. Bi xwe xwedî kirîye. Qîzkê ser çavê xwe di ber da šuštîye. Gi bûye ceh û ûnce. Wer xwedî kirîye, hesp buye fena sûret. Hespê xwe ji hundir derdixîne. Hesp hinkî tere meydanê. Dibeze, virda tê, wêda tê. Hesp xwe davê erdê, ev hespî temî dike qîzik. Dibê: "Tu gava çû-hat, tu xwe bavê erdê, kî tê tu ranebe haya ez têm=ê." Gava qîzik tere mi hinkî serê meydanê binê meydanê ewa reš ditirse damarî ditirse qîzik tê Hesp xwe diavê erdê. Dike nake kî tê nigê xwe tê hildide, hesp ranabe. Paša pir berê hespê dikeve. Dibê Aqasa rind xwedî bûye dibê ez qa vî hespî xwe berdidim Dibê xw Gazî xwedîyê wî kin bira xwedîyê wî werê Dibê kî ma, kî nema, dibê qîza pîrê ma. Pîrê dibê: "Heta ji derê mala mi da xalîça ranexînin, qîza min nayê." Terin, tînin. Xalîça li ber nigê qîzkê radixin. Qîzik tere ber hespê nigê xwe aha li hespê dixe Dibê De de hesp ji xwedîyê xwe bêbextiro Gava wer dibê paša anamîš dike. Anamiš dike, Paša tere dibê: "Pîrê" dibê, "ez xwezgîniyê qîza te me, ez qîza te dixazim." Dibê: "Lê ewa ereba reš li mala te da. Ez karim qîza xwe bidim. Dibê: "Ez serê wê wenda dikim." Dibê: "Tu çer wenda dikî?" Dibê: "ez wenda dikim." Tere, tîne qantirkî tî dike, yekî birçî dike. Ya tî avê dide ber e lê giyê dide ber ya birçî jî avê dide ber Xwe kašdikin ewê ku dixeniqînin dikujin Welleh paša teze heft ro, heft ševa deweta xwe û wê dike. Ew bi miradê xwe ša dibin, tu jî bi mirade xwe Çîroka mi çû dîyara rehme li dê û bavê
• Waveform view • Interlinear Glossed Text • Utterance view