Text view

mc_nkurd_muserz03

Recording date2000
Speaker age50
Speaker sexm
Text genretraditional narrative
Extended corpusno


Javascript seems to be turned off, or there was a communication error. Turn on Javascript for more display options.


Dibên rojekî şahê perîya hebûye. Qîzekî bakîre hebûye. Qîza hatîye wextê mêra Dibê: "Qîza min ez dixwazim te ji perîya nezewicînim, ji însana bizewicînim." "Weyaxuta" gotîye, "dilê te dixwaze ji însana bizewice, dilê te dixwaze ji perîyan bizewice." Ka hetanê çaxê qîzê perîyan bi însana ra nedizewicîn Ku paşa izna qiza xwe dide, destura dide, dibê: "Ez dixwazim ji însana bizewicim." "Qiza min", dibêje, "tu qîza şahê perîyanî, here bigere ji xwe re merivekî bi dilê xwe bibîne yanliz bira pir ehlê xwedê be. Ji sozê xwe ra merîvekî sadik be, merivekî durist be, bibîne, bîne were cem min, ezê te ra bizewicînim." Baş e, ewa qîzik tere digere, digere, bal-a xwe didê melekî li dîharê minarê ezan dide. Dengê pir xweşe, pir xortekî bedewe, kêfa xwe ra tîne, ewa xwe dike şiklê kevokekî, ew wexta ezan dide li dîharê minarê, ewa tere li ber datîne. Mele ezana xwe temam dike dibê Wele ezê kevokê bigirim çiqas heywanekî bedewe ezê şa bibim bigirim berdim bira here Wexta destê xwe davêje nigê , êdî nizane çerdibe bal-a xwe didê kevokê ew bi hewa xist, bir, bi hewa xist rakir bir çû. Dibe tere, orta behrê da di adekî da datîne. Wexta wîya pêya jêrê dike hişmişê ne li serî ye ji tesîra hewayê Û çav-mavê xwe mizdide, bal-a xwe dide kevok tuneye. Li vîyalî wîyalî mêze dike, adekî xweş Gûl û sosin û çiçek, dar çeşit çeşit. Wirda digere, wêda dizivire, bal-a xwe didê, koşkekî di nav adê da heye. Xwe li koşkê digire tere tere derî koşkê vedike, wexta dikeve hundur, bal-a xwe didê, cemaatekî giran rûniştîne. Merivekî, cubbekî , pêçekî spî li serî, di orta cemaatê da rûniştîye. Tere, "Selamun aleykum", "Aleykum e selam" merhabatîyê didinê. Cemaat dengê xwe dibire. Ew merifê cubbe , di orta cemaatê da rûniştîye, dizivire ser mêvan. Dibê: "Xorte baş, tu çawa hatî vira?" Dibê: "Min heyran, wele ez nizanim ez çawa hatim. Min li ser minarê azan dida kevokekî hat li ber min danî min ezana xwe xilas kir min got ez ê kewê bigirim şa bibim çiqas heywanekî rinde ez ê bigirim berdim Min dest avêt nigê kewê, min kewê neanî, kewê ez anîm. Min anî hat li adê danî. Ez niha nizanim, dera cikî xerîbe. Ez çima hatim vira, ez çer hatim vira ez nizanim." Dibe Xortê baş ez şahê perîya me Ev kevoka te anî vêdera qîza min . Got, ez dixwazim ji insana bizewicim. Min got here ji xwe ra yekê bi dilê xwe bibîne bîne were ez ê te bidimê Me ji bona tu anî vira." "Ê baş e" dibê. Madem qesta min kirîye ez ê qebûl bikim "Yalniz" dibê "şertekî min heye, yek şerteki min heye. Tu şertê min bi bînî temam ." Dibê: "Bêje ka şertê te çi ye?" Dibê: "şertê min ew e, ez mahra we dibirim. Hûn jin û mêrê hev in Yalniz çil royê hûn ê di nava cîkî da rakevin hûn karişê hev nabin royê çiluyekî paşê tu serbestî Ê de insanoxlî ye. Rokî îdare dike, dudu îdare dike, sisê îdare dike. Li bedewîya qîza şahê perîyan mêze dike, li zeynet û xemilandina û oda û. Tahmûl û îdare ra çenabe. En fazle, en zor dide xwe, penc, şeş roj dewam dike. Êvarekî dibê Jinik dibê ha dibê heyran rind e nika êdî sakincakî di orta min û te da nemaye Em Emê hevdû bin. Pekî ewe çi şertekî giran bavê te danîye orteyê, gotîye cil ro, yanê îro be, çi dibe?" Keçik de dibê: "Tu deqekî musade bike, hetanê ez têm." Keçik radibe, derî veke derdikeve dere cem bavê xwe. Dibê: "Bavo, wele însanê me girt xwedîyê sozê xwe derneket. Teklifa yekê li min kir." "Ê" dibê, "qîza min here gazî ke bila were." û dibê: "Bavê min gazî te dike." Radibe, xwe tev girêdide tere. Dibê "Kurê min, te çima waha got, ne şertê min û te heye, gerek çil royê tu bima?" Dibê: "Wele paşa min îdare nekir, ji eşq û hezkirina qîza te ez dayanmiş nebûm. Min îdare nekir, lewma ew teklîfa kir." Dibê: "Ew cîyê tu pêya bûyî, here derê. Cardin ew kevok, ewê te bibe dayne ser minara te, bide were." Çara nîne. "Yahu, eman, zeman min tiştekî nekir, min xetakî nekir, sadece min ev teklifa kir." Dibê: "Na, tu xwedîyê sozê xwe nînî." Tere derê, ew kevok derê, bi nigê kevokê digre, cardin tîne datîne ser minarê. Bila ew li wir biskine. Îcar, rokî paşa wezîrê xwe dişîne çarşuyê, dibê: Hûn "Hûnê herin merifan ji min re bigrin bînin werin. merifên önemlî." Dibê: "Paşa merifên çere?" Dibê: "Ê awa ilgî çekîcî. Ê dikkata we dikşîne, dikkatê dikşînin ser xwe, hûn merifan ji min re bigrin, bînin." Wezîr terin di çarşî de digerin bala xwe merîfekî li ber minarê sekinîye dikene şadibe direve direve direve tere diharê minarê Jor da, madê xirab dibe, digrî, hêsirê xwe paqij dike û jorda jêrê. Wana epêce mêze dikin, hey karê were ye. Dibê evî merîfî bînin werin Ewî digrin tînin Ewa hinekî di çarşî de dimeşin. Terin bala xwe didinê merîfekî demircîkî he kurika xwe saz kirîye demir dikute Sor dike, dikute, haceta çêdike. Carê carê ew mezê dike demirê xwe sor û kakuçê xwe davêje û direve paşîya dikkana Qûçekî xwelî li wir e. Xwe davê ser xwelîyê, topdike dide ber xembêza xwe, dibê "zêrê min, ox zêrê min" û radibe bal-a xwe didê xwelîyê di desta da û vala dike, madê xirab dike û cardîn ber kurika xwe, saz Karê were ye. Dibê: "Ewîya bigrin bînin werin". Ewî digrin tînin. Tên sona serê çarşî, bal-a xwe didinê merîfekî bi herdû çavan kor e. Destê xwe vekirîye dîlencîtî dike pa parsê dixwaze Wezîr gunehê pir , bal-a xwe didê xortekî yakişikli bedew, li ser xwe herdû çavê Digre zêrekî dike kefa destê . Dibê Ey însan sedeqê berîya sedeqê şimaqekî li vira min xe şimaqekî li vira min xe paşê bide min w Wezîr sar dibe di cîyê xwe da Ew çî ye dibê Ez sedeqê didim te ma çima li te xînim Dibê: "Na xêr, sedeqê dide min, gerek a du şimaqa li min xe" "Yahu etme eyleme." Dibê: "Na, çara nîne, ez nagrim, gerek tu du şimaqa li min , paşê bidî min." Çare nabîne, dibê: "Evîya bigrin, bînin." Wan her merîfan digrin dibin terin cem paşê. Paşê gazî mele dike berê evil. dibê Tu çima dikenî, direvî dîharê minarê, jorda madê te xirab dibe tu jêrê. Min çer serîda ji we ra got, mesela û qîza şahê perîyan, ji serîda ji paşê ra dibê hal û mesele aha. Niha min anî hat danî vira. Ew bedewîya qîza şahê perîyan, ew xemilandina oda , ew zînet û zêr û xiş û emaretê dikevin bira min. Ez têm ber minarê, ji min vetrê kewa min li derê ye. Ez direvim direvim terim derê, û ez bal-a xwe didimê ber çavê min kew firdide tere û destê min Ew acîya dikeve zikê min ez jorda digirîm têm karê min ewe ez bûme aşixê sibê terim ber minarê heta dibe êvar Evarê têm serê xwe datînim. Destê min ji karê dinyayê qetîya ye. Dibê: "Tu derkeve here, de bi derdaye. Işê te temam. Gazî demîrcî dikê, dibê: Demîrcî tu çima li ber kurika xwe disekinî demirê xwe dixebitî kardikî tu çarîcarî davêjî direvî paşîya dikana xwe quceki xweli li derê ye tu xwe davê ser ax zêrê min zêrê min Û tu carek din kor û poşmam dizivirî ser kurêka xwe. Sebebê çî ye? Dibê Paşa Ez demîrcî me hedad im Hacetan çêdikim Her roj zarokê min nanê min ê nîvroyê xwarina min danîndi hatin dikanê Ji min ra danîn Ew roj min go Îroj ji min re xwarinê neynin ez ê bi xwe li çarşîyê bixwim Dibê Min go Ez ê çî bînim werim Min çû mirîşkekî kirî anî hat. Kurika min agirê min, koza komirê pire, min anî li ser sor kir, pijand. Min nanê xwe danî ber xwe, ez rûniştim ser. Min bal-a xwe dayê, pişîkekî reş hat ji min re got "Selamu Min aha mêzekir Min go Heyran tu heywan tu pişîk ça wa tu ji min re dibê selamu aleykum Got: "Ez pişîk nînim, ez dewleta te me". Min got: "Tu çawa devleta min Got, ji min re got: "Tu nîvekî mirîşka xwe bidî min ez bixwim. Ez dewleta te me." Min ji xwe ra got: "Ev pişînga min dixapîne. Eva dikura dibe mirîşka xwe lazim te Ê got Hêteki bide min min bi der nede Binêre tu min bi der bide ez dewleta te me min bi der nede Go, min got: "Bo xwedê ez hêtekî nadim Ê got: "Baskekî bide min. Binêre ez je te re dibêm min bi der nede." Got ez dişinmiş bûm min go yahu heyvan di kura hatîya ew sêrbaze çî ye bûye miselletê serê min Bawo xwedê ez baskekî nadim te Ê got: "Hemin tu nadî, nadî, ew hestîyê ku tu dikojî û tu naxwî û tu digrî davêjê, ewan hestîya qe ne ka bide min, ez bixwim. Min bi der û Go, min got: "Wele min hestî neda te". Min rabû hestîyê xwe topkir, kir hundirê kurika agir, agir da binî, ew hestî şewitandin û min tiştekî nedayê. Go Wexta pişing wenda ez hatim paşîya dikana xwe mêzekir bala xwe dayê kuçekî zêr wayê li wir e Go ez direvim xwe davêjim ser ez dibêm zêrê min topdikim hembêza xwe destê min da dibe xwelî "Aha" dibê "Xwelî valadikim derê. Nexweşîya min ev e, ketîye canê min, ji canê min dernakeve. A wele, karê min û xwelîyê ev e." Dibê: "Tu here, te bi derdaye, tu derkeve here." Gazî ê kor dike, dibê: "Xortê baş, tu bi herdû çavan kor î. Xelk sedeqê dide te, tu çima dibê du şimaqa li min xînin paşê sedeqê bide Ew xêr guneyê dernayne. Êdî çima sedeqê didin te, wexta li te dixînin." Dibê: "Paşa, heqê min e. Min musteheq kirîye, lewma ez dibêjim." Dibê: "Te çi kirîye?" Dibê: "Bavê min merifekî pir tuccar , pir zengîn . Ez cahîl bûm, xort bûm, bavê min ket mir. Ew varîdata bavê xwe, ew sermîya bavê xwe, perê bavê xwe, zêrê bavê xwe min temam di rêya kêfê, zewqê, exlencê da xerç kir. Tiştek min nema, ez were feqîr ketim, îdare ketim. Êdî ji tan û niçê cînara , min di mala xwe da star nebûm, min îdare nekir. Ez nanê muhtac bûm, kesî xêr û sedeqa xwe neda min." Dibê: "Di mesafekî kin da, nêzîk da min ew mala bavê xwe temam wenda kir, ez mam feqîr, belengaz, birçî mam." Dibê: "Çara min nema, êdî kesî xêr û sedeqa li min nekir. Ez kuda çûm min got birçî me xelkê got Lawo tu çima birçî tu xortî tu eyp nakî dibê ez birçî me Dibê Min îdare nekir çaresiz mam şûrekî bavê min hebû go min got Dayê hela şûrê bavê min bide min ezê herim nanê xwe qezenc kim aha nabe Got: "Min şûrê bavê xwe girt anî hat, ji pasê temîz kir, devê tûj kir ez çûm çîyê, min xwe da serê Min got: "Va rêya tuccara ye, di vir ra terin tên. Ez Ezê tuccara bişêlînim, pera bistînim, bînim werim bixwum, çara min nemaye êdî." Go min xwe daye serê çîya ye suwar ê ra tere Min bala xwe dayê merifekî tuccarekî suwarê devekî ye heqîbekî li binî ye wol ji wêda Go min da da pêşîyê min got pêya be ev va deva min e Tu deva min kuda dibî terî go Mêrik merifekî bakilî zana go Got Bavê min deva te ye Ez bi yanlişî suwar bûme Kerem ke deva te bila ji te ra be go Mêrik pêya , heqîba xwe da ser milê xwe, deve da min. Ez suwarê devê bûm go Îcar min go ez mêrik berdim mêrik ê here malûmata bide esker bide polîsa Ewê werin xwe bigihînin min, min li çîyê bigrin. Ezê çawa bikim. Ezê merifa bibim herim serê çîyê, bidim rûniştandinê. Heta bila bibe êvar. Ezê êvarê berdim. Ew li alîya here, ez li alîya terim. Hetanê bibe sibê ez rêça xwe wenda dikim Mêrik nagîne min Dibê Min qederekî mêrik di çîyê da da peşîya xwe bir go Min got Ew heqîba çî ye ser mîlê te Got Wela ew zêr in e Min got Mala te ava be ji xwe ez li zêra digerim Ez devê çer dikim Ka heqîba heqîba min bide min go Heqîb girt da min go Min mêrik bir çû deranî diharê serê çîyê go Min got: "Ezê êvarê berdim" Ez saeteki, du saet, saet rûniştim. go Min got heyran Welle ez sebir nakim hetanî bibe êvar En îyîsî ez merifa bikujim hay ji min heye Ezê merifa bikujim bidim herim ez çima heta êvarê biskînim Mala min birçî zarokên min birçî ez perê Min çav dayê heqîbeki zêr tijî Ez êdî sebir dikim go Min got: "Mêrik welle ezê te bikujim" go Go Bira te deve xwast min da te Te zêr xwast min da min min da te Ka tu çima min bikujî Min got: "Welle ezê te Got Xortê delal min nekuje Ez merifekî tuccar im zengîn im Ez ê heqîbekî zêrê din û devekî din î ji te ra bînim werim min nekuje Min got: "Welle ezê te go Ji min ra got: "Ezê du heqîb zêr, tevî du deveyên din ji te ra bînim." go Min dîsa got: "Welle ezê te go Mêrik hetanî hefta say kir, got: "Ezê heft heqîb zêr, tevî heft deva bidim te, min nekuje. Ez tuccarekî zengîn im Ji min ra hayat lazim e ji min ra zêr lazim nînin Sirf [UNCLEAR] min hebe, bila zêr gi ji te ra Teqeta min, kuvveta min [UNCLEAR] heft heqîb zêr, heft deva ezê bidim te sirf tu min nekujî, çoluk-çocuxê min heye, ez gune Min got: "Bi sûnda Kur'anê ezê te Go son olarak çare di destê mêrik da nema. A saetê ezê mêrik Got: "Xortê delal, (tu) min nekuje, ezê hedîyekî bidim te, di dinyayê da tu kesî ji kesî ra nekirîbe." go Min got Ew çî ye (Go) dermanekî ji cêba xwe deranî go: "Ez dermanê dikim çawekî te. Tu li çîyê bisekinî, li çîyayê dinê mêş firbidin, tu Mar bi da herin tuyê bibînî. Tu li diharê çîyê bisekinî, di nava çarşîyê da tuyê merifa nasbikî. Ez Ezê qencîkî were ji te ra bikim. Sirf tu min nekujî." ê go Min got: "Baş e" (Go) anî hat derman kir çavekî min. Wexta min çavê xwe vekir belê go Çikas şehrekî dûr hebe insanê ku ez nas bikim di navda hebe ez nasdikim Ez li çîyê mêze dikim. Mêş firdidin ez dibînim, min got: "Têke cavê min ê din ." (interruptions) Îcar got mi go welle tu têki cavê min din go Heyran ez têkim cavê te din her du çavê te kor dibin Ûsula dermanê hanê ji çavekî ra mahsuse, ne ji herdu çavan ra." go bi na bi sûnda kuranê ezê te bikujim tu nekî çavê min ê din Got Lawo neke Tu xortekî heyfî kêfa min ji te ra tu yazixî min heqîbeki zêr daye te ji min kêm nabe Ez zengîn im tişteki nabe Tu fena ewladê min Were yekê neke Ez têkim çavê te din herdu çavê te kor dibin Tu gune go Mêrik zaf gunê xwe min anî, min dinlemiş nekir. go Min got: "Têke çavê min ê din , tu nekî çavê min ezê te jêkim." Go min şûr da ser Got lawo min nekuje Ezê têkim cavê te din got Rabû serê min danî ser çoka xwe, derman kir herdû çavê min . go Ez rabûm go min dît çavê min kor in Herdû cavê min kor bûn korbûn go Mêrik şûrê min ji destê min girt heqîba zêrê xwe ji min stend Deva xwe ji min stend go Şîmaqekî li vira min xist got Eva heqa te Yek li vira min xist got Eva musteheqa te lawo Min heta heft heqîb zêr da te min gotê min nekuje varîdatekî girane hefheq heft heqîbê zêrê xwe bîne here mala xwe Tu çi ji min dixwazî, cima min dikujî. Tu [UNCLEAR] nebû. Tu îcar here bi xwe." Got "Welle paşa, mêrik min suwarê dewê kir, anî li perê şehrê min danî û da kir çû. Go ez mame kor, go niha ez destê xwe vedikim, sedeqê bide min, ew bîra min. Ez dibêm eyn fena mêrik, yek heqê min, yek musteheqa min. Hûnê du şimaqa li min xin, paşê sedaqa xwe li min bikin. Wele eva ewha.
Waveform viewInterlinear Glossed TextUtterance view