Text view

mc_nkurd_muserz02

Recording date2004
Speaker age60
Speaker sexf
Text genretraditional narrative
Extended corpusno


Javascript seems to be turned off, or there was a communication error. Turn on Javascript for more display options.


Îja damarya qîzkê hebûye Navê qîzkê Fatik bûye Navê qîza damarya Eyšik bûye. Îja daîme çûne ber dewar bi hev ra. Çêleka diya Fatikê daîme li dewar xistîye, nehîštîye Eyšik rûnê. Fatik tešîya xwe dibe dirêse bar dike Êvarê giloka xwe tîne dide damarya xwe. Îja damarî li qîza xwe dixe, dibê: "Çima ew êtim e, ew tere ber dewar, ew royê tešîya xwe aqasa dirêse! Çima tu ?" Dibê: "Dewar nasekine." Qîzik nizane çêleka diya dixîne nahêle Îja çaxê cardinê tîne qeda xwe dide. Dibê: "Çer bûye, çer nebûye". Dibê: "Welle ava filan çêleka hana li dewar dixîne." qîza damarîya dibê Dibê: "Lema ez nikarim tešîyê birêsim." Rokî (ji) mêrê xwe ra dibê: "Ez nebîranîya dikim. Tu ji mi ra çêlekê šerjê(bi)kî, çêleka diya Fatikê Fatik pir bedew bûye. Tîne, dibê: "Tu šerjêbike." Waya dibê: "Ez çer çêlekê šerjêkim." Dibê: "Welle tu šerjêkî." Tîne çêlekê šerjêdike, Digurê, goštê gava tîne bi qîzkê û dîya were tel bûye, fena jehrî. Gava Fatik dixwe pir xweš bûye. Ew ji teref xaliqê alemê hestîyê tîne ziman. Dibê: "Tu hestîyê mi biherî, di afirê mi da bike çel. Dibê Gava tu hat li cem mi ez te ra te ra qise dikim Gava ke ew derî bi ser te da kilît (di)kin, terin malê, ew terin deweta, tu di mal da dimînî." Dibê Tu werî hema ser ewa mi bigrî ez te ra qise dikim Tu derî kilît herî Nêzîka ew hatin malê tu berîya werî malê Ava dibê "Erê." Gava tînin dikin qelî qa e jinik nikare bixwe Ne ew ne qîza Ne Eyšik dixwe ne diya dixwe Ava hema ji xwe ra wer royê hinkî dixwe, hestîyê bi dizî wan dibe, dike afirê çêleka diya xwe. Diha wer dimîne rokî dudu sisê Dewet hebûye Fatik pir bedew bûye. Šimika nigê Fatikê sade gi zîv bûye. Lawê pašê dilê pir dikeve Fatikê. Tere dewetê. Ew damarya dibê dibê tu Ew mêrkê lawê pašê dibê dibê Ava šimika hanê li nigê were ez ji xwe ra dixwazim (Interruptions from listeners) Di arê da Dibê: "Ez heta ji dewetê têmê, ez û qîza xwe, tu wer bigrî hêsirê te va sîtila tijî bibe." Qîzik rûdine, digrî, rep digrî. Dibê: "Ezê sîtilê çer tijî bikim?" Tere ser afirê çêleka diya xwe hestî ra ziman teref Xwedê da Dibê Here xwoya xwe rind têkî sîtilê ava xwe berde tijî ke li hev xe li hev xîne Xwey rind helîya, tu here ji xwe ra dewetê. Tu were xwe bixemilîne, here Nêzîkîya ew û diya xwe hatin tu li pêšîyê were malê ji xwe ra li ser runê, bigrî. Ewa diha çi zanin?" daha çi zane Va tere dewetê ji xwe ra dilîze. Gava damarya mêzedike, ji qîza xwe ra dibê: "Çavê vîya fena Fatika mala me ye Dibê: "De însan li hevdû narin?" Ji xwe ra ew û diya xwe dilîzin û vana dilîzin. Lawê Pašê šimika nigê Fatikê dikeve. Dikeve šimikê nigê gava dikeve çaxê šimikê dibin davêjin nizanim dibin davêjin li kuvî erê dibin davêjin kanîyê Dibin davêje kurnê kanîyê, šimika , ewê êtîm, va lawê pašê tere hespê xwe gava xulam dibin Dibên Paša em dikinnakin hesp vediciniqin dibê avê naxwin Dibê Bavo îja avê naxwin Axirî dibê ew Bigrin kanîyê gi temîz bikin Vana temîz dikin, šimika qîzka êtîm, ya Fatikê dibînin. Paša dibê: "Wûn ê bikevin nava êlê da bigerin. Ava šimika li nigê hatî wûn ê ji mi ra bixazin." Vana dikin nigê li niga nayê, tînin dikin nigê Fatikê, nigê Fatikê, šimika bûye. Tînin Fatikê dixemilînin û dikin paš perdê û Ê li niga hatî de lawê pašê dibê Ez ê ji xwe ra bînim werim Damarya dikute, dikute. Û Eyšika reš, yekî reš e, lêv deqandî bûye. Tîne dike pe paš perdê û dibê Niha dewet û çi zane Fatikê digre, dike tendûrê, salkî jorda dide ser devê tendûrê. Teref xaliqê alemê da hestîyê çêleka ziman. Gava berbû, dewet , dîk ser šêmûgê, dibê: "Qaqlaqî!" Dibê: "Eyšika rindik tendûrçî Fatma Eyška keçel paš perdê da Li dîk dixin Cardin dîk dibê Qaqlaqî Eyška Fatma rindik tendûrçî. Eyšika keçel paš perdê da." Wer dibê. Vana dibên: "Helbet di dîkî da tištek heye." Çer salê tendûrê bilind dikin, mezê dikin cc tirînca qîzkê dayî tendûrê. Qîzik bedew e. Terin perdê bilind dikin yeka reš ê pîs heram, fena mirtiva wayê di paš perdê da. Destê digrin dibên: "Çima aha kirî?". Dibê: "Welle damarya mi ez aha kirime." Dibê Gava e we hatî ez xwestime paša šimika nigê mi birîye dibê Qîza xwe anîye kirîye vira ez êtîm bûme dîya min tûnebûye Ez avêtime tendûrê." Dibê: "Dîk hatîye ziman. Ji berbûya, ji xwendîya ra gotîye." Vana radibin dibên: "Em çer bikin?". Ji tendûrê derdixînin. Berbû pišt perdê derdixînin Eyšikê derdixînin, Fatikê dikin paš perdê, dixemilînin. Radibin deweta digrin, birê dikin û dewet tere. Dewet tere, em bên dewet pir tere, hindik tere. Vana terin para berdidin keçkê. Keçkê çer temkî lêdxînin, ew damarya qîzkê, qîzik jorda tere, dikeve erdê. Ber yanê kanyê da dibe du gula. Hešîn dibe Hešîn dibe ew Zava merê p lawê pašê wer dilê dikeve herdu gula Diçîne û li ber serê xwe ra dike. Birêda ewa reša lêv deqandî dibê: "Bîzê mi ji wan gulan . Bira ji ber serê xwe bavêje." De dizane. Divê: "Bira ji ber serê xwe bavêje." Paša dibê: "Mi hezkirî, çima ez bavêjim?" Dibê: "Bira bavê." Va davêje. Li dibe canûk, bi nava hespa dikeve, tere. Tere cardinê em bên fena em jn ji vira Kaxê Darê Dewet ber kanîyê. Li ber kanîyê dewet peya dibe. Dibê: "Ez çer bikim, ez serê vîya wenda kim." Dibê: "Bira canûyê bikujin." Dibên: "çima?" Dibê: "Bira bikujin, ez ji canûyê diqarim" "Va çima canû nava hespa ketî?" Divê filankes: "Canû ye, mi hezkirî, di nava hespa da ye, çima bikujin?" Dibê: "Na bira Cardin teref xaliqê alemê da ew canûya dibe dibe heywanik Nizanim dibe çêlek nizanim dibe golik nizanim dibe nogin Diha derew axwa Xwedê nenivîsîne tere li kêleka derê malê rc nêzikîya ew peya ew li kêleka derê malê da dibe darek hêšîn Darek bedew hêšîn hêšîn Dibê: "Em çer bikin, çer nekin." Hemle dimîne, Xwedê ewa reš (pause) zara didê. Gava doxim dike, dibê: "Bira dara kêleka mala me, wan textê gi bibire." Dibê: "Ji lawî mi ra têkin bêšîk." e Cardin paša tîne darê dibire ji lawî ra dike bêšîk Ew bêšîka gi dibe derzî di de dergûša ra tere Dike-nake dergûša ranakeve. Hema bêšîkê tîne hûr dike, davêje tendûrê. Davêje tendûrê s tendûrê wan berdestîya wan hebûye tere xwelîya derdixîne Mêze dike nîkek wer bedew, nîka tešîya. fs Fena zêr rind e, (di)teyise, derdixîne hema digre davêje pencerê. Diavê pencerê. Hezkirina xalqê alemê di pencere da dibe dîsa fena xwe a berê. di nav mala pašê da digere, šixula dike, xwe vedišêre. Rokî dudu sisê Paša dibê dibê Ez gava têm hundirê malê van rana mala me wer tewkî ye Diha xweš e, diha rind e." Dibê: "Ez li tištkî ketime šikê, diha nizanim çî ye." Dibê: "çî ye?", dibê: "Welleh ez carik duduya hatim qîzek di nav mala me de digere, ez gava têmê tune, Paša rokî qîzê gund gištkî telîf dike tîne dibê Bira em îro zibaretî daynin Zibarê xwe datîne. Hirîyê šeh dikin. Paša dibê: "Mêze ez vamê, ji we ra dibêm," dibê "gava ez çîrokî mi heye ez dibêmê", dibê: "ne der hundur, ne ji hundur tere derva." Va çîroka xwe temam dibê, temam dike, qîzika te ji pencerê der . Qîzik ji pencerê der . Qîz e, fena xwe berê ye. Mi çer ji we ra gotî, ew wer ji pašê ra çîroka xwe giškî qise dike, gij dibê Aha kir li mi aha kir ez aha ketim paš perdê birêda li mi aha kir dibê Heta ez bûm du gula te li mi aha kir." Giš ji serî da mi çer ji we ra gotîye, wer dibê. Dibê: " îja em çer bikin, em serê wenda bikin." Dibê Hespê mi hene canûyê mi gelek in Dibê Ez ê hespa bela bikim canûkî minê pir nerind heye ez ê bidim cem te Dibê Tu ê ji canûyan kîjan nerind e bide min Dibê ez canûya te ez xwedî dikim hespê te kîjan rind e be tu bela ke Dibê: "Eger em serê aha wenda kin." Diha van hespê xwe di bela dike dibe bihar dibê Ez ê hespa tov kim Tere hinik hišk bûne hinik sax in tîne hinik ne rind in Dibê: "Welleh canûkî me, me daye qîzika feqîrî, di mala pîrê da ye." Dibê Ez ê herim ji canûya xwe bînim bixazim hela heye tune Tere, pîrê dibê: "Hetanî xwedîyê hespê neyê, dibê, hesp ji hundir dernayê." Dibê: "Erê, erê canûkî pîs î heram daye, îja hesp ji hundir dernayê." Dibê Wellahî heta paša bi xwe neyê de duwar neqelišî ne ez ji hundir dernayêm Tere mêzedike, hespek terikî, serê çûye ber arîka. Bi xwe xwedî kirîye. Qîzkê ser çavê xwe di ber da šuštîye. Gi bûye ceh û ûnce. Wer xwedî kirîye, hesp buye fena sûret. Hespê xwe ji hundir derdixîne. Hesp hinkî tere meydanê. Dibeze, virda , wêda . Hesp xwe davê erdê, ev hespî temî dike qîzik. Dibê: "Tu gava çû-hat, tu xwe bavê erdê, tu ranebe haya ez têm=ê." Gava qîzik tere mi hinkî serê meydanê binê meydanê ewa reš ditirse damarî ditirse qîzik Hesp xwe diavê erdê. Dike nake nigê xwe hildide, hesp ranabe. Paša pir berê hespê dikeve. Dibê Aqasa rind xwedî bûye dibê ez qa hespî xwe berdidim Dibê xw Gazî xwedîyê kin bira xwedîyê werê Dibê ma, nema, dibê qîza pîrê ma. Pîrê dibê: "Heta ji derê mala mi da xalîça ranexînin, qîza min nayê." Terin, tînin. Xalîça li ber nigê qîzkê radixin. Qîzik tere ber hespê nigê xwe aha li hespê dixe Dibê De de hesp ji xwedîyê xwe bêbextiro Gava wer dibê paša anamîš dike. Anamiš dike, Paša tere dibê: "Pîrê" dibê, "ez xwezgîniyê qîza te me, ez qîza te dixazim." Dibê: " ewa ereba reš li mala te da. Ez karim qîza xwe bidim. Dibê: "Ez serê wenda dikim." Dibê: "Tu çer wenda dikî?" Dibê: "ez wenda dikim." Tere, tîne qantirkî dike, yekî birçî dike. Ya avê dide ber e giyê dide ber ya birçî avê dide ber Xwe kašdikin ewê ku dixeniqînin dikujin Welleh paša teze heft ro, heft ševa deweta xwe û dike. Ew bi miradê xwe ša dibin, tu bi mirade xwe Çîroka mi çû dîyara rehme li û bavê
Waveform viewInterlinear Glossed TextUtterance view